'Em jin berhemên axa xwe bi hev re parve dikin' 2020-10-22 09:01:17   Roj Hozan   QAMIŞLO - Eyşe Îsa ya ku li baxçeyê xwe bi keda destên xwe jiyana ekolojîk diparêze û ajalan xwedî dike da zanîn ku ew bi berhemên diçîne ji bo xwe jiyaneke baş û bi wate diafirîne û wiha got:"Jiyana herî pak û zelal ew e ku mirov her di nava berhemdayinê de be. Dema ku tu dendikekê biçîne tu bi hêviyekê bendewar dibe ku berhem bide, ji bo wê jiyana ku jin tê de xebatkar be her xweşik dimîne."   Her dem jin xwe di nava kedê  de dibîne û jiyaneke bi xêr û wate bi xwe re ava dike. Bi destên her jineke kedkar jiyan bi rengekî xweş tê xemilandin û wiha jî li benda hêviyên berhemên erdê ne. Li gundan jiyan cuda ye xweza, dilnizmiya mirovan, westandin û xebat di rihê mirovan de zindî ye. Jina bi navê Eyşe Îsa ya bi temenê xwe 55 salî ye û li gundê Um- El Firsan yê Kantona Qamişloyê dijî. Eyşe mala wê mîna bihuştê ye her cureyên şênkahiyê, kulîlkan, darê fêkiyan di baxçeyê xwe de çandiye. Li kêleka wê jî lawiran xwedî dike û her pêdiviyên mala xwe ji keda destên xwe digire û di heman demê de jiyana ekolojîk jî bi vî rengî diparêze. Têkildarî mijarê Eyşe Îsa axivî.   'Jiyana ku jin tê de xebatkar be her xweşik dimîne'   Eyşeyê di destpêkê de li ser watedariya keda jinê ya di jiyanê de nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: "Her çiqas mirov qala kedê bike gerek mirov bi rêzdarî jinê bi bîr bixe. Ji ber di nava hîmên têkoşîna bi jiyanê re her jinê xwe daye pêş û bi afirîneriya xwe dikarîbû civakê li ser piyan bihêle. Jiyana pak û zelal ew e ku mirov di nava berhemdayinê de be û jiyana ku jin tê de xebatkar be her xweşik dimîne. Ger mirov xwestekên wan hebin ku watedariyekê bidin derdora xwe de pêwist e destpêkê ji xwe bifikire bê bi çi hêviyê wê dest bi xebatê bike. Ez dikarim bêjim ku cihê ku ked lê hebe helbet wê berhem jî lê hebin."   'Em jin berhemên axa xwe bi hev re parve dikin'   Eyşeyê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser jiyana li gundê xwe  û wiha dom kir: "Di gundê me de pir jinên xwedî kedên pîroz hene. Di gundê me de hemû mirov wekî malbatekê dijîn, bi xweşî û nexweşiyên xwe re xwedî li hev derdikevin. Jiyana hevpar pir li pêş e û berhemên axa xwe em jin bi hev re parve dikin. Gelek caran ji bo mijarên çandiniyê em nêrîna hev jî digirin û her jinek alîkariyê dide ya din. Gelek caran em rojên xwe yên berê  di bîra xwe de tînin, ne ku civakbûn di nava me de tune bûye, lê belê wê çaxê zarokên me hemû li derdora me bûn û me axa erdê jî ji wan re çêbikirane bi wan xweş bû. Dem hatiye guhertin û civakbûyin jî kêm bûye, lê di gundê me de her em dixwazin vî rihî biparêzin û zindî bihêlin."    'Cihê kaniye kedê lê hebe, helbet bedewiyeke rengîn bi xwe re ava dike'   Eyşeyê bal kişand ser keda xwe ya têkildarî çandiniyê de û berhemdayina ku ji erdê digire û wiha pê de çû: "Dema ku mirov ji axê hez bike, ew jî bi hezkirin berhemên xwe ji te re pêşkêş dike. Pêwist e baweriya mirovan bi îradeya wan hebe. Di mala min de her cureyên şênkahiyê min çandine. Bamî, xiyar, meloxî, sîr, bacanên sor, îsot, zebeş û her tiştên ku ji malê re pêwist e, em diçinin. Li aliyê din jî darên min ên fêkiyan hene weke darên hinar, pirteqal, lîmon, tirî û hemû ji bo malê ne. Tiştekî ku ji derve bikirim tune ye, hemû pêwistiyên min li ber destên min in. Ji şênkahiyê min erzaqên xwe yên zivistanê jî hilandine mîna hilandina tirşo, mekdûs, bamî û miloxiya hişk. Her wekî din ji darên fêkiyan jî min hesabê zivistanê kiriye û rîçal, benî, ava hinara û lîmonan ji xwe re hilaniye. Berhemên kedê pir bi tam û xweş in. Cihê ku kaniya kedê lê hebe, helbet bedewiyeke rengîn li derdora xwe ava dike."   'Xwedîkirina lawiran sebir jê re divê'   Eyşeyê li gel çandiniyê, lawiran jî xwedî dike û beşek taybet ji bo xwedîkirina wan di mala xwe de veqetandiye, li ser xwedîkirina lawiran û berhemên wan jî wiha dibêjê: "Bihuşta ku bi xwezeyê hatiye pênasekirin, helbet pêwist e lawirên ku nêcîra erdê wê bikin, hebin. Ji berê de ez hez dikim ku lawiran xwedî bikim û xwedîkirina lawiran jî  ne hêsan e. Niha ez pez û mirîşkên malê xwedî dikim, ji berhemên wan penîr, mast û hêk digirim. Berî niha çêleka min jî hebû û min berhemên şîrê wê li cîranan jî belav dikir, lê mixabin çêleka min mir û niha tenê pez xwedî dikim. Xwedîkirina lawiran sebir jê re divê."    'Ez mêşên hingiv jî xwedî dikim'   Eyşeyê di dirêjahiya axaftina xwe de li ser xwedîkirina mêşên hingiv jî axivî û wiha got: “Di mala min de ez mêşên hingiv jî xwedî dikim. Mal hemû şênkahî ye û mêş jî ji kulîlkan nêçîr dikin. Berhemên hingiv tenê ji malê re ye, ez nafiroşim û hingivên me jî ji xwezayê ye. Ez tu carî ava şêrîn yan jî şekir nadim mêşan bila bi xwezayê re nêçîra xwe bikin. Ji bo tenduristiyê hingiv pir baş e."   'Dema ku şaxekê berhem da jiyan jî wisa xweşik dibe'   Eyşeyê di dawiyê de hêviyên jiyanê bi bîr xist û ev tişt got: "Dema ku tu dendikekê biçîne tu bi hêviyekê bendewar dibe ku berhem bide. Dema ku ev dendik dibe şaxekî kesk hêvî bextewar dibe. Dema ku şaxekê berhem da jiyan jî wisa xweşik dibe. Pêwist e hêviyên jiyana me jî wisa bin. Destên her jineke kedkar sax be."