'Bêrîtan xeta azadiya jin e' 2020-10-22 08:56:18   MEXMÛR - Ji hêla Akademiya Jinan a Şehid Jiyan a Mexmûrê ji bo Bêrîtan bernameyek hat organîzekirin. Di bernameyê de wiha hat gotin: "Her hevalekê ku şehîd dikeve barê me girantir dike. Lê pêwîste ku em xwedî li vê xeta azad derkevin û têkoşînê bilind bikin."   Akademiya Jinan a Şehîd Jiyan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) kom bûn û bernameyek li dar xistin. Di bernameyê de wesiyeta Bêrîtan hat bi cih anîn û helaw hat belavkirin. Di bernameyê de mamoste Bêrîvan Îşlek axivî.     Bêrîvan, diyar kir ku carek din Bêrîtan bi minnetarî bibîrtînin û got: "Şehîd Bêrîtan gava li zanîngehê dixwîne tevgera azadiyê nas dike. Bi fikir û ramanên Rêber Apo bawer dike û fêm dike. Di sala 1990’an de perwerdeyek re derbas dibe di wê perwerdê de herê zêde jî dîroka Kurdistanê û di nava wê dîrokê de jî berxwedan, lehengtî û têkoşîna jinên kurd bala wê dikşîne. Sala 1991’an de berê xwe dide qadên azad û li wir jî navê Bêrîtan ra dike. Di nava refên gerîla de xwedî kesayetekê bi biryar, zanist û fêm kirî tevdigere, di nava hevalên xwe de jî gelek tê heskirin û hevalên wê her tim bi rêzdarî nêz dibin.”    Bêrîvan, di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Zarîfe û Besêyan û wiha axivî: "Rêheval Bêrîtan, ji çanda Besê û Zarîfeyan tê. Ji ber vê yekê ji xwe rêya wan esas digire û bi tu awayî îxanetê qebûl nake. Ev xet her tim zindî ye û di roja me ya îro de jî bi awayekê şênber tê jiyîn, ji ber xeta serfirazî û serkeftinê ye. Bi saya rêheval Bêrîtan û tevahî hevalên şehîd jinên kurd jî bû xwedî artêşekê azad."     Bêrîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo me xeta rêhevalên şehîd xetên herê pîroz e, domandina xeta wan erkê me yê herê esasiye. Her hevalekê ku şehîd dikeve barê me girantir dike. Ji bo azadiya welat, ax û civaka xwe bê dudilî canên xwe feda dikin. Ger ku em îro li vir kom bûne bi saya van lehengê me ye. Pêwîste em weke jin xwedî li vê xeta azad derkevin û têkoşînê bilind bikin. Berxwedanî û têkoşîna herê girîng jî azadiya Rêber Apo mîsoger kirin e.”    Piştî axaftinê helaw hat belavkirin.