Şevbirka helbestê li Hesekê hat lidarxistin 2020-10-22 08:36:04   HESEKÊ - Komîteya Çandê ya Hesekê û Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Rojhilat a bajarê Hesekê bi dirûşma "Çand ew giyan, wijdan, bîra gelan û qêrîna wan ji bo çarenûsa wan e" şevbihêrka helbestî li dar xistin.   Komîteya Çandê ya Hesekê û Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Rojhilat a bajarê Hesekê li Gulistana Xabûrê ya Taxa Miftî ya bajarê Hesekê bi dirûşma "Çand ew giyan, wijdan, bîra gelan û qêrîna wan ji bo çarenûsa wan e" bi tevlîbûna sazî û dezgehên sivîl û bi tevlîbûna 8 helbestvanan şevbirka helbestê  li dar xistin.   Şevbihêrk bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Berdevka Komîteya Çandê ya Kantona Hesekê Efaf Heskê teqez kir ku parastina çandê erka herkesî ye û wiha domand: "Ji bo zindîkirina çandê em ê çalakiyên cur bi cur ên dîroka xwe li dar bixînin. Îro ji aliyê dijmin û desthilatdaran ve siyasetên qirkirina çandê li dijî gelan tê meşandin. Dema çanda neteweyekê tê helandin bê hebûn û nasname dimîne, lewma îro li hember siyaseta pişaftin û qirkirinê em ê asta têkoşînê bilind bikin."   Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Rojhilat a Hesekê Remedan Fetah jî wiha got: "Mirov bi çanda xwe hebûna xwe mayinde dike, ji bo wê erka her pêkhateyê ye ku çanda xwe biparêzin. Em ê bi ruhê wekheviya gelan çand û nasnameya xwe biparêzin."   Şevbirk bi xwendina helbestan ên li ser Serêkaniyê, dayik û welat bi dawî bû.