Çalakiyên 'Dayikên Gerîla' dewam dike 2020-10-21 13:02:13   QAMIŞLO - Dayikên Gerîla di hefteya 5'emîn de bi daxuyaniyekê peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê şermezar kirin.   Dayikên Gerîla di hefteya 5'emîn de çalakiyên xwe berdewam dikin. Dayikên Gerîla yên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloyê, di çalakiyên xwe yên îro de peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê ya li ser Şengalê de bi tevlîbûna bi dehan Dayikên Gerîla bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Daxuyanî li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan hate dayîn û daxuyanî ji aliyê Mamosteya Kurdî Ciwana Mihemed ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Bê guman herêma Şengalê beşek ji erdnîgariya şaristaniya mîtanî û medî ya beriya zayinê 3 hezar sal berê ye. Ew bîr û baweriya ola Zerdûştî ya resen îro li Şengalê zindî ye. Kurdên Êzidî di 73 fermanan de derbas bûne û dijmin dixwest wan ji pirensîpa wan dûr bixîne, lê bi vîna Kurdên Êzîdî û girêdana wan ji xaka wan karibûn pîrozgeha xwe biparêzin û hemû hewildanên olperest yê dijmin bişkînin. Di 3'yê tebaxa 2014'an de qirkirina 73'an bi serê Kurdên Êzîdî de hat û bi sedan mirov jiyana xwe ji dest dan, koçber bûn û bi hezaran jinên wan hatin revandin.  Şengal di wan salan de di bin kontrola pêşmerge û Iraqê de bû, dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş bir Şengalê her du alîyan jî dev ji Şengalê berdan. Hêzên YPJ/YPG û Qendîlê Kurdên Êzidî ji qirkirinê xelas kirin.    Piştî rizgariyê, Kurdên Êzidî li Şengalê Rêveberiyek xweser û jiyanek aram ava kiriye, keç û xortên Êzidî ji bo parastina xaka xwe artêşa xwe ava kirin. Şêniyên li wê derê sazî û meclîsên xweser ava kirin. Îro em dibînin ku komployek ji aliyê dewleta tirk ve li ser Şengalê tê kirin û bi serkêşiya hikumeta Bexda û Hewlerê dixwazin êrîşî nirxên Kurdên Êzidî bikin. Em herî dawî dibêjin na ji dagirkerî, destên qirêj û sistema wan re."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Şengalê" bi dawî bû.