Şandeya jinên Êzidî çû Bexdayê 2020-10-21 12:43:18   ŞENGAL - Şandeya Jinên Êzidî ya ji jinên ji destên çeteyên DAÎŞ'ê û ji jinên xizmên wan hîn di destên DAÎŞ'ê de ne, pêk tê, do gihaşt Bexdayê. Şande ji aliyê 4 parlamenterên Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.    Şandeya Jinên Êzidî ya ji jinên ji destên çeteyên DAÎŞ'ê û ji jinên xizmên wan hîn di destên DAÎŞ'ê de ne, pêk tê, do gihaşt Bexdayê. Şande ji aliyê parlamenterên Iraqê yên bi navê Yusuf Inkilabi, Yusra Ikbal ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê diyar kir ku ew biryara di navbera Bexda û Hewlêrê de ya têkildarî Şengalê qebûl nakin. Ji ber ku ew biryar bêyî Şengaliyan hatiye dayin.    Parlamenterên şande pêşwazî kirin dan zanîn ku jinên Êzidî bi rêxistin û berxwedana xwe Şengal ava kirine û berxwedana jinên Êzidî hêjayî pesindayinê ye.