Li Wanê çalakî hatin qedexekirin 2020-10-21 09:09:28   WAN - Li Wanê çalakiyên mîna meş, civîna li derve ji bo 15 rojî hatin qedexekirin.    Li Wanê çalakiyên mîna meş, civîna li derve ji bo 15 rojî ji aliyê walîtiyê ve hatin qedexekirin.    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku destûra çalakiyên daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, anket, vegirtina kon, avakirina standê, kampanyaya îmzeyan, belavkirina belavokan, broşuran ew ê ji aliyê amirê îdareya mulkî ve bê dayin.