'Tecrîd zagonên navneteweyî binpê dike' 2020-10-21 09:07:28   Lîlav Elî    ŞEHBA - Hiqûqnasa Kantona Şehbayê Narîmen Hûsên tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê ferzkirin anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan zagonên navneteweyî binpê dike û wiha got: "Tecrîda giran a li ser Rêber Apo li pêşiya çavên Rêxistina CPT'yê didome. Dewleta tirk destkeftiyên Gelê Kurd û vîna gelên bi Rêber Apo ve girêdayîne, armanc digire."   Di nava zagonên navneteweyî de destûr heye ku malbat xizmên xwe yên girtî bibînin û têkildarî rewşa wan de bibin xwedî agahî, lê dewleta tirk vê zagonê pêk nayne û tevî tecrîda giran ku  li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê ferizkirin destûra hevdîtinê jî nade malbatê. Girêdayî mijara tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan Hiqûqnasa Kantona Şehbayê Narîmen Hûsên ji ajansa me re nirxandin kir.   'Tecrîda li ser Abdullah Ocalan zagonên navneteweyî binpê dike'   Narîmen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya Rêxistin û Saziyên mafê mirovan a li hember tecrîda giran û wiha got: "Tevî hebûna gelek rêxistin û saziyên ku parastina mafê mirovan dikin li pêşiya çavên hemûyan dewleta tirk a dagirker tecrîda girankirî  li ser Rêber Apo dide ferzkirin. Tecrîda ku li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin zagon û peymanên navneteweyî binpê dike. Her wiha di nava hemû zagonên navneteweyî de destûra ku malbat karibe girtiyên xwe bibînin heye, lê dewleta tirk a dagirker vê destûrê nade."    'CPT madeyên xwe binpê dike'   Narîmenê di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vîna gelan armanc digirin û wiha got: "Ji destpêka ku Rêber Apo  dîl hate girtin zext û tecrîda giran li ser tê ferzkirin, tevî ku di sala 2019'an de Rêxistina CPT'yê derbasî  zîndana girtiyên siyasî bû û rewşa wan zelal kir heta niha rewşa Rêber Apo  ne zelal e. Bi tecrîda ku roj ji rojê li ser Rêber Abdullah Ocalan û bi taybet li pêşiya çavên Rêxistina CPT'yê didome, destkeftî vîna gelê ku bi Rêber Abdullah Ocalan ve hatin girêdan, armanc digire. Divê ku Rêxistina CPT'yê ku qaşo rêxistina mafê girtiyan diparêze bi erka xwe rabe û madeyên xwe pêk bîne."   'Bi Abdullah Ocalan dê edaleta civakê pêk were'   Narîmenê herî dawî anî ziman ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan erka Meclîsa Ewrûpayê ye ku zextekê li ser dewleta tirk bike û wiha bi dawî kir: "Jiyana aram û edaletê di projeya netewa demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistiye de ew ê mîsoger bibe. Erka Meclîsa Ewropayê ye ku mafê Rêber Apo biparêzin û ji bo rakirina tecrîdê zextekê li ser dewleta tirk bikin. Her wiha em bang li tevahî hiqûqnasên xeta rast û saziya parastina mafê girtiyan dikin ku bi wijdan û bi awayekî hiqûqî li hember tecrîda li ser Rêber Apo tev bigerin ji ber ku bi Rêber Apo re edaleta jiyanê dê pêk were."