Arîn Zumrut: Xwestin têkoşîna jinê têk bibin 2020-10-21 09:06:41   AMED - Endama  MMO û TMMOB-ÎKK'ê Arîn Zumrut diya kir ku hukumet dixwaze têkoşîna jinê têk bibe û wiha got:"Ez ê têkoşîna jinê dewam bikim. Ew ê bûyerên wiha bêmad min ji têkoşîna min neqerîne."   Li Amedê di 26'ê Hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 38 kes hatibûn binçavkirin. Tevî rêveberia Odeya Endazyarên Makîneyê (MMO), endama Saziya Koordînasyona Yekîtiya Odeyên Avahîsaz Endezyar a Turk (TMMOB-ÎKK) û di heman demê de jî endama Platforma Jinê ya Dîcle Amed  (DAKP) Arîn Zumrut 38 hatibûn binçavkirin û ji vana 8 jê bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' di 30'yê Hezîranê de hatin girtin.    Arîn Zumrut a ku di 12'ê Cotmehê de di rûniştina yekem de hat berdan girtin û binçavkirin nirxand û bal kişand ser binpêkirina mafan a li girtîgehan.    'Jinan her dem dikin bin çavan'   Arînê da zanîn ku Peymana Stenbolê bûye mijara nîqaşê û her dem jin tên girtin û wiha got:"Bi operasyonên girtin û binçavkirinê êrişî Komeleya Jinê ya Rosayê jî kirin. Di dema ku Peymana Stenbolê dihat nîqaşkirin de ji bo pêşî li bertek û çalakiyên jinan bigirin êrîşî jinan kirin. Me dizanibû ew ê tiştekî wiha bibe. Çimkî têkildarî mijarên jinan de naxwazin em biaxivin."   'Têkoşîna jinê her ku diçe hîn mezin dibe'   Arînê da zanîn ku ew bi hinceta çalakiyên beşdar bûye serê sibehê bi ser mala wê de girtine û wiha got:"Ji min re pirsên wiha kirin 'Çima tu beşdarî çalakiyên 8'ê Adarê bûye? Kê ferman da te? Tu çima beşdarî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bû?' Têkoşîna jinê her ku diçe hîn mezin dibe û ji bo ev têkoşîn têk biçe çi ji destên wan tên dikin. Dixwazin têkoşîna me têk bibin."   Ji bo piştevaniya jinan spas kir    Arînê anî ziman ku ew dema di girtîgehê de bûye ji her aliyê Tirkiyeyê jinan piştigirî dane wê û wiha got:"Ez ji bo jinên piştevaniya min kirine spas dikim. Ew ê bûyerên bi vî rengî yên bêtam min ji têkoşîna min neqerîne. Ez ji vê yekê bawer im ku ez di rûniştineke din de berat bikim. Tu çalakiyên ez beşdar bûme ne qedexe ne û li derveyî zagonan e."     Ew ê serî li TÎHV û ÎHD'ê bide   Arînê bal kişand ser tiştên ku li girtîgehê pê rû bi rû maye û wiha got:"Ji ber pandemiyê pêvajoyeke zehmet li girtîgehan heye. Gelek girtiyan ji ber pandemiyê karantinaya xwe di şaneyên yekkesî de derbas dikirin. Ger nexweşbûnan jî nikaribûn biçiyan nexweşxaneyê. Lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin û dema hevdîtinê kurt dikirin. Ez ê ji ber van binpêkirina mafan serî li TÎHV û ÎHD'ê bidim"