'Bi têkoşîna xwe em ê êrîşên li ser jinê rawestînin' 2020-10-21 09:03:40   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Endama Meclîsa Edaleta Jinê, Nifûsa Hiso di derheqê kiryarên dewleta tirk ên li ser jinê de anî ziman ku jin her dem, li her derê divê li dijî tundiyê li berxwe bidin û wiha got:"Heta vê rojê jî jinên ku di heremên dagirkirî de mane tên qetilkirin, revandin û tecawizî wan tên kirin. Em bi tundî van kiryarên dewleta tirk şermezar dikin û em ê bi têkoşîna xwe tundiya li ser jinê rawestînin."   Piştî êrişên dewleta tirk ên li ser Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî tundi, îşkence û destdirêjiya li dijî jinê her roj dibe rojev. Heta roja îro jî li pêşiya çavên cîhanê jinên di herêmên mîna Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tên qetilkirin, tundî li wan tên kirin û bi tecawizê rû bi rû tên hiştin. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya Qamişloyê Nifûsa Hiso li ser kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinê de axivî.   'Di şer de jin hedef tên girtin'   Nifûsa di destpêka gotina xwe de kiryarên dewleta tirk ên di derheqê jinê de şermezar kir û wiha got: "Di hemû cîhanê de û di şer de yekem jin dibe hedef, ji ber yên ku civaka xwe û çanda xwe diparêze jin e. Dewleta tirk a dagirker jî di êrîşên xwe de yekem jinê dike armanc. Li ku derê dewleta tirk li dijî kurdan şer bike, armanca êrîşên wê yekem jin e. Dewleta tirk ji bo ku dîroka Osmaniyan li herêmên me zindî bike bê sûc û sedem êrîşî gelê li ser axa xwe bi aram dijîn, dike. Heta roja îro jî em di nûçeyan de dibînin, cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin yekem jin rastî, qetilkirin, tundî, revandin û tecawizê tên. Em bi tundî van kiryarên dewleta tirk û kesên ku piştgiriya wan dike da ku van kiryaran bi rehetî di nava herêmên me de pêk tîne, şermezar dikin."   'Ji bo tunekirina çandê, jin her tim rastî hovîtiyê tên'   Nifûsa di dirêjahiya gotina xwe de qala sedema hedefgirtina jinan kir û wiha domand: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê pênasekirin, hemû kar û xebat bi pêşengtiya jinê bi rê ve diçe. Her wiha şoreşa me di cîhanê de deng veda. Dewleta tirk ji bo ku deskeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê têk bibe yekem êrîşî jinê dike. Ji ber ew jî dizanin deskeftiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye bidestxistin bi saya keda jinê ye. Niha jî bi êrîşên xwe dixwaze civakê tune bike û bixe bin hikmê xwe. Ev kiryar û hovîtî li ber çavên tevahî dewletên navneteweyî tên kirin, lê mixabin tu kes dengê xwe nake û jinê naparêze. Ev yek jî razîbûna dewletên navneteweyî ya ji wan kiryaran diyar dike. Ger ne wiha bûya wê niha dengê xwe bikirana û ev kiryarên dijmirovî rawestandana."   'Ji bo yekîtiya Kurdî ava nebe, Hevrîn Xelef hat armanckirin'   Nifûsa herî dawî bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên di derheqê Hevrîn Xelef de û wiha bi dawî kir: "Hevrîn Xelef jinek kurd û siyasetmedar bû. Jibo Sûriyeke azad û nenavendî têdikoşiya. Li ber çavên hemû cîhanê me dît ku çawa bi rengekî hovane êrîşî Hevrîn Xelef kirin û ew bi hovîtî qetil kirin. Hevrîn Xelef dengê partiyek siyasî bû ku dixwest di rêya wê de hemû gelên bindest bigihêne hev. Dewleta tirk ji bo yekîtiyê têk bibe bi hovitiyek mezin êrîşî Hevrînê kir. Em wek sazî û dezgehên jinan em ê herdem ji bo rakirina van kiryar, tundî û êrîşên li ser jinê her têbikoşin. Em ê her dem di nava çalakiyan de bin da ku em bigihêjin armanca xwe. Banga me ji bo tevahî dewletên navneteweyî û bi taybet yê ku mafê gelan diparêzin heye ku çavên xwe vekin û li hember van kiryaran bêdeng nemînin."