'Bi nîqaşkirina Peymana Stenbolê fermana komkujiya jinê îmze dikin' 2020-10-21 09:02:40   WAN - Endama Komeleya Jinê ya Starê Rojbin Bor têkildarî Peymana Stenbolê ya ku bi vekirina meclîsê re dîsa bû mijara nîqaşê nirxandin kir. Rojbînê wiha got:"Bi nîqaşkirina Peymana Stenbolê fermana komkujiya jinê îmze dikin."   Ji ber Vîrusa Koronayê  (Covid-19) ya ku hîn hemû cîhan di bin bandorê de ye tundiya li ser jinê û tundiya di nava malê de her ku diçe zêdetir dibe. Jinên ku bertekê nîşanî tundiya li ser jinê didin ji bo Peymana Stenbolê têkeve meriyetê li kuçeya çalakiyên xwe didomînin. Bertekên jinan bi hukumetê gav paşde da avêtin lê belê bi vekirina meclîsê nîqaşên li ser Peymana Stenbolê dîsa dan destpêkirin.    Endama Komeleya Jinê ya Starê Rojbin Bor têkildarî hedefgirtina Peymana Stenbolê de û komkujiyên ser jinê de nirxanind kir.    'Peymana Stenbolê ji bo me wateyeke jiyanî dihewîne'   Rojbînê da zanîn ku gavavêtina hukumetê ya paş de bi bertekên jinan pêk hat û wiha got:"Hukumet ji ber tecawiz, destdirêjî, tundî û îşkenceya li ser jinê ne ne rehet e. Hinek gotinên mîna 'Jin divê neke hîqehîq' ji aliyê erkanê dewletê ve tên kirin. Ev ji bo nebza jinê bipelînin hat gotin. Jin derketin qadan û bertekên xwe nîşan dan. Ji ber ku Peymana Stenbolê ji bo wateyeke jiyanî dihewîne, em têdikoşin."    'Di bûyera Kadîr Şeker de îktidarê peyamek da jinê'   Rojbînê bûyera Kadir Şeker ku li Konyayê li dijî tundiya li ser jinê xweparastin kir û 12 salî ceza lê hat birîn bi bîr xist û wiha dewam kir:"Di bûyera Kadîr Şeker de îktidarê peyamek da jinê. Îktidar peyama 'Hûn dikarin jinê qetil bikin' dide. Kadîr Şeker mînakek e. Nîqaşkirina Peymana Stenbolê jî bi destên hukumetê tê kirin. Bi nîqaşkirina Peymana Stenbolê fermana komkujiya jinê îmze dikin."   'Zêdebûna komkujiya jinê bi destên îktidarê dibe'   Rojbînê da zanîn ku îktidar di nava civakê de jinê ji nedîtîve tê û wiha dewam kir:"Ji 2010'an heta niha daneyên li ser tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Ev hema hema du qat ji salên berê zêdetir e. Zêdebûna komkujiya jinê bi destên îktidarê dibe. Niha daraza bi awayekî yekperest tev digere. Polîtîkayên bêcezahiştinê bi mekanîzmayên di bin destên dewletê de ye pêk tên."   'Em ê heman rola xwe dewam bikin'   Rojbînê da zanîn ku ew ê di mijara Peymana Stenbolê de her li gel jinan bin û wiha bi dawî kir:"Ji bo parastin, yekîtî û piştigiriya derûnî de ya jinê de em ê dîsa heman rolê xwe bilîzin. Em ê mafê jinê biparêzin."