‘Jin tecrîdê nîqaş dikin' 2020-10-20 17:13:15   AMED -  Di çarçoveya kampanyaya TJA’ê “Em xwe diparêzin” de bi sernavê “Jin tecrîdê nîqaş dikin” çalakiya kursiyê hat lidarxistin. Jinan di çalakiyê de derbarê tecrîdê de nêrînê xwe anî ziman.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de bi sernavê “Jin tecrîdê nîqaş dikin” çalakiya kursiyê serbest li dar xist. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezana Amedê pêk hat. Çalakî bi tevlîbûna hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, aktîvîstên TJA’yê û bi beşdarbuna gelek jinan ve pêk hat.  Di çalakiyê de sînevîzyona qala tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya kurd dike hat nişandan.   Jinen ku beşdarî çalakiyê bûn li ser pirsên wekî; “Tecrîd te çi wateyê?”, “ Tecrîd li ser jinan çawa tê meşandin?” û “Jin çawa dikarin tecrîdê bişkênin?” nîqaşan kirin.   'Em berxwedana 22 salan silav dikin'   Piştî nîqaşan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û got: “Birêz Ocalan tevî şert û mercên tecrîdê dîsa hilbêrand û hêjî li ber xwe dide. Felsefeya birêz Ocalan êdî ne tenê li ser Gelê Kurd bibandor e, di heman demê de li ser tevahiya gelên Rojhîlata Navîn de bandora xwe nîşan dide. Gelên Rojhîlata Navîn felsefeya Birêz Ocalan dipêjirînin. Em ji Amedê berxwedana birêz Ocalan ya bi 22 salan silav dikin.”   ‘Jin bi fikr û ramanên Abdullah Ocalan şiyar bûne’   Leyla, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê êdî birêz Ocalan azad bibe. Ji bo aştiyek mayinde azadiya Birêz Ocalan pêwist e. Ji ber vê yekê dema me tecrîdê nîqaş kir di heman demê de li ser pirsgirêka kurd jî çareseriyên demokratîk nîqaşan dikin. Jin îro bi felsefeya Abdullah Ocalan ve şiyar bûne û têdikoşin. Jinên kurd çawa ku di dîrokê de jî li ber xwe dan û her tim li pey heqîqetê bûn, em jî li pey şopa Sara, Zîlan, Bêrîtan, Hevrîn Xelef in û paşve gav navêjin.”