Şandeya Jinan a Şengalê li Silêmaniyeyê dest bi hevdîtinan kir 2020-10-20 16:39:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya ku ji hêla jinên Êzidî ve hatî amadekirin li Silêmaniyê dest bi rêzehevdîtinan kir û şandeyê bi Tevgera Goran û KNK'ê re hevdîtin pêk anî. Şanedeyê di serdanên xwe de bal kişand ser hevpeynana Bexda û Hewlêrê.    Nerazîbûnên li hemberî hevpeymana di nav bera hikûmetên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de didomin. Sazî, dezgeh û rêxistinên Êzidiyan biryara ku hatî dayîn bi çalakî, daxuyanî û hevdîtinan rexne dikin û banga ji holê rakirina peymanê dikin. Derbarê mijarê de jinên ji hêla jinên Êzidî ve şandeyek hat avakirin. Di şandeyê de Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê û berdevka şandeyê Rîhan Hiço, nûnera Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Dexlî, nûnerên TAJÊ Sebîhe Sebrî û endama rêveberiya TAJÊ Neam Elyas cih digire.    Şande îro li Silêmaniyê dest bi rêzehevdînan kir. Şande îro çûn serdana Tevgera Goran û Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK). Şandeya jinan ji aliyê endama Civata Giştî ya Goran Bijîşk Rêzan Herdî û jinên Tevgera Goran ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê li gel Tevgera Goran li ser rewşa Şengalê civînek li dar xistin.    Di dawiya civînê de daxuyaniyek ji bo çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê şandeya jinên Êzidî Rîhan Hiço axivî û diyar kir ku armanca wan a serdana ji bo Tevgera Goran ew e ku yekîtiyek di nava jinan de ava bikin û wiha axivî: "Yek ji xala din jî lihevkirina di navbera Bexda û Hewlêr bû. Lihevkirin di navbera Bexda û Herêmê de pêk hatiye û tevgera Goran jî beşek ji hikûmetê ye û bizanin bê ka ew jî girêdayî vê lihevkirinê ne yan ne. Divê îro hemû bibin yek ku îro jinên Şengalê bibin qûrbanî dê sibê dora Kerkûk û Silêmaniyê ye."    Li ser navê Tevgera Goran Bijîşk Rêzan Herdî jî axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro em ê vê pirsê bigihînin rêveberên giştî da ku ew jî helwesta xwe nîşan bidin. Em piştgiriyê didin hemû yekîtiyên jinên Kurdistanê. Em ê bi rêya nûnera xwe ya li Iraqê jî hewl bidin, komkujiya li ser Êzidiyan weke jenosîd were nasîn. Ev mafek rewa yê wane.”   Piştre jî şandeya jinan a Şengalê serdana Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) li gel Perwîn Ezîz, Kenêr Ebdûllah, Feîze Fûad û Zeyneb Mistefa civiyan. Piştî civînê li ser navê şandeyan Sebîhe Sebrî û Feyze Fwad daxuyanî dan û peyamên xurtkirina piştevaniyê dan.