Li navçeya Qinê yekemîn stasyona avê ket meriyetê 2020-10-20 14:02:07   KOBANÊ - Midûriyeta Avê ya navçeya Qinê ji bo 18 gundên navçeyê stasyona avê kirin meriyetê.   Midûriyeta Avê û Midûriyeta eleketirîkê ji bo ginhandina avê ya ji bo 18 gundên ku ji dema Rêjîma Baas'ê de bê av mane, li gundê Pêndir yê girêdayî navçeya Qinê ya Kantona Kobanê stasyona avê çêkirin.   Stasyon dê avê bigihêne gundên Pêndira navîn û ya mezin, Zekeriya, Bestik, Derb El-Nob ya yekê, duyemîn û sêyemîn, Mezreya Sêf Elî, Menkûş, Şimka jorîn û şimka jêrîn, Mezreya Qoşlî,  Qoşliya jorîn û ya jêrîn, Mezreya Mihemed Seydî, Kobelek û Mezreya Osman Seydî. Di derbarê vekirina stasyonê de hevserokê mudurîyeta avê yê navçeya Qinê Mehmûd Çolbegî wiha axivî: "Em îro vekirina pirojeya stasyona avê radigihînin ku em di vê baweriyê de ne wê ev proje têkeve xizmeta gelê navçeyê."