TJA li Hezexê belavok û maske belav kirin 2020-10-20 12:11:39   ŞIRNEX - TJA, di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li Hezexê belavok û maske belav kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çerçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de xebatên xwe didomînin. Aktîvîstên TJA'yê di çerçoveya kampanyayê de li navçeya Hezex a Şirnexê li hev civiyan û piştre çûn serdana bazarê û li vir maske û belavokên ku derbarê kampanyayê de hatîne amadekirin belavkirin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabûha Akdag, hevşaredara Hezexê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden, hevseroka navçeya Hezexê Nafiya Geçgel û gelek jin tevlî bernameyê bûn.   Aktîvîstên TJA'yê derbarê kampanyayê de jinan agahtar kir û banga xwe parastinê kirin. Jinan bi hev re dirûşma "Em xwe diparêzin" berz kirin.