‘Li Girtîgeha Panosê rewş ne baş e!’ 2020-10-20 09:04:28   AMED - Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê Qudret Eryilmaz, diyar kir ku 10 meh in ji ber vîrûsa koronayê nikare biçe serdana kurê xwe yê girtî û got: “Girtiyên li Girtîgeha Panosê di nava şert û mercên ne baş de dijîn. Divê Wezareta Edaletê berpirsiyariya xwe pêk bîne û pirsgirêkên heyî çareser bike.”   Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê her tim di rojê de ye. Bi taybetî piştî belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) malbatên girtiyan bêtir ketin nava tirs û fikaran. Piştî derketina Qanûna Înfazê bi hezaran girtiyên edlî serbest hatin berdan girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin. Kurê endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê Qudret Eryilmaz (55) Yakûp Eryilmaz 4 sal in li Girtîgeha Panosê girtî ye. Qudret rewşa girtîgehê ji ajansa me re vegot û banga hestiyariyê kir.   ‘Li Girtîgeha Panosê rewş ne baş e!’   Qudret, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kurê xwe yê girtî Yakûp û got: “Navê lawikê min Yakûp e, ev 4 sal in li Girtîgeha Panosê ye û li girtîgehê rewşeke nexweş heye. Kurê min bi rêya telefonê wiha got ‘Em bi mirinê re rû bi rû ne. Di xwarina me de bizmar û kurmik derdikevin. Dibe êvar em dibêjin heta sibê gelo ew ê çi bînin serê me.’”   ‘Bi 200 TL’yê ji kantînê avê distînin’   Qudret di dirêjiya axaftina xwe de behsa rewşa Girtîgeha Panosê kir û wiha axivî: “Li girtîgehê ava germ nadin girtiyan û girtî bi ava cemidî serê xwe dişon. Her wiha ji ber ava qirêj laşê wan dixure, kul dibe û pirzik derdikevin. Her wiha ji avê bêhna qenalê tê û av qirêj e. Ji ber vê jî kurê min rojê bi 200 TL'yê ji kantîna girtîgehê avê distîne. Her wiha alavên ku em dişînin girtîgehê nadin di depoyên xwe de didin sekinandin. Mecbûr dihêlin ku girtî ji kantînê danûstandinê bikin. Tiştên ku li kantînê tên firotin jî gelek buha ne. Ji bo ku kantîna girtîgehê pere qezenc bikin vê polîtikayê dimeşînin.”   ‘Bi metirsiya şewbê re rû bi rû ne’   Endama Dayikên Aştiyê Qudret diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê rewşa girtîgehan gelekî xeter e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber şewba koronayê ev 10 meh in hevdîtin hatin qedexekirin. Lê ligel qedexekirinê tiştên ku pêwist li girtîgehê nayên kirin. Li gorî agahiyên ku kurê min; li girtîgehê gardiyan bê tedbîr tevdigerin û li mesafeya civakî baldar nabin, bê maske diçin kawîşan û li paqijiyê baldar nabin. Hemû tedbîrên ji bo şewbê binpê dikin. Jiyana girtiyan ne di xema girtîgehê de ye. Girtî bi metirsiya şewbê re rû bi rû ne. Ez bang li Wezareta Edaletê dikim û dibêjim bila berpirsiyariya xwe pêk bînin."   'Bila deriyên zindanan vebin'   Qudret, destnîşan kir ku bi hezaran kes ji ber fikr û ramanên xwe niha girtî ne û ji ber vîrûsa koronayê jî jiyana wan di xeterê de ne. Qutret wiha bang li dayikan kir: “Ez bangî li hemû dayikan dikim ku bila xwedî li zarokên xwe derkevin. Kezaba min şewitî ye û ez naxwazim kezeba tu dayikekê din bişewite. Bila êdî çareseriyek were dîtin, pêşiya vê xwînê were girtin. Bila deriyên girtîgehan vebin."   'Dadgeh bêhiqûqiyê diparêze'   Qudret di dawiya axaftina xwe de wiha behsa lêgerîna xwe ya edaletê kir: “Derbarê pêkûtiyên li Girtîgeha Panosê pêk tê de me serî li dadgehê da û me bertekên xwe anî ziman lê belê heta niha me tu encam negirt. Ev tişt nîşan dide ku dadgeh bêhiqûqiyê diparêz e.”