Meclîsa Jinan li Helebê semînerek li dar xist 2020-10-19 16:39:17       NAVENDAN NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a Sûriyeyê li bajarê Helebê semînerek têkildarî mijara jin û olê organîze kir.   Semîner li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi tevlêbûna gelek jinan û nûnerên jin ên taxa Şêxmeqsûdê li dar ket.   Di semînerê de endama Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Rewa Xêr Bakîr axivî. Rewa di berdewama semînerê de, rewşa jinan di dema pêxember û belavkirina olan de bi taybet ola îslamê, şîrove kir û got: “Berovajî ku tê gotin, di encama fetwayên şaş ên oldaran de rastî azaran hatine.“   Rewa behsa pêvajoyên heyî yên ku jin li Sûriyeyê tê re derbas dibin, kir û got: “Di vê aloziyê de jin bûn qurbaniyên çeteyên DAIŞ'ê. Lê di heman demê de piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn xilasker û jêdera şoreşa fikrî.”   Piştî bidawîbûna axaftinan, beşdaran nîqaş kirin. Her wiha wan jî nêrînên xwe girêdayî derfeta guhertina têgehên şaş ên di civakê de û rêbazên guhertina wê ji bo ku bigihêjin civakeke demokratîk û azad li ser bingeha hevbeşiyê parve kirin.   Endama rêveber a Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Heyfa Hesen a ji Ajansa ANHA'yê re axivî wiha got: “Armanca me ya yekemîn jî lidarxistina mîna semîneran, ew e ku rewabûna mafên jinan û parastina wê ji çewisandinê piştrast bikin. Ji ber ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên herî zêde êrişî jinan kirine.”   Heyfa destnîşan kir ku divê kêmasiyên di kevenşopan de derbas bikin da ku ji hêla dijminan ve mîna çeteyên DAIŞ'ê yên ku xwe li paş pardeya ola îslamê veşartin, neyên bikaranîn.