TJK-E’yê çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê dewr girt 2020-10-19 16:37:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê endamên TJK-E’yê dewer hat girtin.   Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan di 12’ê Cotmehê de çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ev çalakî dewer girt.    Çalakî li qada CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tê domandin û di çarçoveya pêngava KCK'ê ya di 12’ê Îlonê de ev çalakî hatibû destpêkirin. Di hefteya pêşîn de nûnerên pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB) û saziyên bîr û baweriyê di çalakiyê de cih girtibûn. TJK-E’yê jî di hefteya duduyan de çalakî dewer girt. Hefteya borî jî rêveberên KCDK-E, KON-MED, AveG-KON, ATÎK û ADDK’ê di çalakiyê de cih girtibûn. Hunermendên TEV-ÇAND û MAR-DEF’ê jî ji bo piştgiriyê hatibûn qada çalakiyê.   Jin wê semînerê li dar bixin   Çalakgerên TJK-E’yê wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vê hefteyê çalakiyê bidomînin. Di hefteya duyemîn a çalakiyê de jî wê li ser ‘Qirkirina li ser jinan, têkoşîna jinên azad, îdeolojiya rizgariyê ya jinan’ semînerekê li dar bixin.   Çalakiya rûniştinê tevî çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re tê kirin. Çalakiya nobetê kete hefteya 435’an.