Fatmaya piştî biryara girtinê ji ser hişê xwe çû şandin girtîgehê 2020-10-19 16:36:57   COLEMÊRG - Fatma Sevmiş a 50 salî ya ku piştî biryara girtina derbarê wê de ji ser hişê xwe ve çû piştî tedawiyê şandin girtîgehê.   Di serdegirtinên malan ên di 14’ê cotmehê de Fatma Sevmîş (50), li Colemêrgê hatibû binçavkirin û piştî 3 rojan bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Piştî biryara girtina xwe rewşa Fatma nebaş bû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî ku tedawiya wî ya li nexweşxaneyê bi dawî bû, îro Fatma şandin Girtîgeha Wanê. Hat hînbûn ku ji ber vîrûsa koronayê Fatma li girtîgehê kirine qarantînaya 14 rojan.