Li Mêrdînê jina tundî lê hat kirin alîkarî xwest 2020-10-19 16:35:29   MÊRDÎN - Li Mêrdînê mêrê bi navê H.E., li jina pê re hat zewicandin da. Jina ku duh êvarê jî lêdan xwar, li polîsan geriya û daxwaz kir ku mêrê lê dide ji malê bê dûrxistin.   Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê li taxa Cumhuriyetê, hat ragihandin ku mêrê bi navê H.E. her roj bi awayê rêk û pêk li jina pê re hatiye zewicandin dide. Herwiha hat aşkerakirin ku H.E. di heman demê de tehdîta kuştinê jî li heman jinê kiriye.   Jina ku her roj lêdanê dixwe got ku duh êvarê jî H.E. lêdaye. Jina ku lêdan lê hat kirin gilî kir û daxwaza parastinê kir .Piştî giliyê jinê H.E. hat binçavkirin û piştî bi rojekê jî hat berdan.   'Li min dide û bi kuştinê min tehdît dike'   Jina ku her roj lêdanê dixwe wiha got, "Berê jî bi caran li min daye. Berî bi 20 rojî ji ber lêdana ku li min hat kirin rûyê min nema dihat nasîn. Min berê jî gilî kir lê kesekî tu tişt nekir. Herî dawî duh êvarê hat malê çêr li min kirin û li pêş çavên zarokan li min da. Herî dawî jî tehdîda 'ez ê te bikujim û zarokan jî bikujim' li min kir."   'Min alîkarî xwest'   Jina ku  got wê piştî rapora lêdanê gilî kiriye wiha berdewam kir, "Min xwest ku wî ji malê dûr bikin. Ji ber ku wiha biçe wê min bikuje. Ez êdî nema dixwazim ez û zarokên xwe vê bijîn. Ez çûm qereqolê min gilî kir. Niha jî ez ê biçim îfadê bidim."