'Gel û bawerî wê têkoşîna xwe bidomînin' 2020-10-19 15:36:45   STENBOL - Meclisa Gelan û Baeriyan a HDK'ê, derbarê êrîşên nijadperest ên dawîn de daxuyanî da.   Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo balê bikişîne ser êrişên nijadperest ên di demên dawîn de zêde bûne li ber avahiya xwe ya Navenda Giştî ya li navçeya Beyoglûya Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Elîf Bûlût û gelek pêkhateyên HDK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn, pankarta “Nijadperestî sûcê mirovahiyê ye” vekirin û wêneyên kesên di êrîşên nijadperest de jiyana xwe ji dest dan hiligirtin.    Ji gelê Çerkez nivîskara Rojnameya Jineps Seda Berzeg bal kişand komkujiyên li Kafkasyayê û Anatoliyê pêk hatine û got li Antaoliyê gel dixwazin wekhev bi hev re bijîn û cihek wek bihûştê ye lê bes însanan mehkûmî cehenemê dikin.    ‘Tişta netewan ji hev cuda dike zimanê wan e’    Endamê Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD) Bulent Felekoglû jî diyar kir ku dê îqtîdar û dewlet werin guhertin lê gelên li ser vê axê naguherîn û mafê wan ên cîrantiyê dimîne û tişta netewan ji hev cuda dike zimanê wan e.    ‘Mirov dikarin wekhev bi hev re bijîn’    Ji Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat Ayhan Ergenç jî da zanîn ku ew dixwazin mirov wekhev di nava baxçeyê kulîlkan de di nava xweşiyê de bi hev re bijîn.    ‘Şer ne çareserî ye’   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî anî ziman ku îqtîdarên heyî gelan dikin dijminên hev û dixwazin bi vî awayî xwe li ser pêya bigirin. Elîfê diyar kir ku heke îqtîdar û dewlet nebin fitneya navbera gelan wê gelên li ser vê axê di nava aştî û jiyana bi hev re bijîn û lê ji bo îqtîdar şerên xwe bidomînin gelan berê hev didin. Elîfê got her çiqas şer tên kirin jî lê çareserî nîne û xwest tevahiya gelan li ber nijadperestiyê rabin.    ‘Gelan tînin miqabilî hev’    Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû jî destnîşan kir ku şerên diqewime tevî ku ne şerê wan e jî ew bi xwe bedel didin û got: “Gelan bi zanebûn tînin miqabilî hev û wan berê hev didin. Ez li vir bang li gelê tirk dikim ku rabin û bêjin em dibêjin em wekheviya gelan dixwazin. Me viya di pêvajoya çareseriyê de dît. Bila îqtîdar destê xwe ji bestûka bikişîne. Bila bi şeran me neyne miqabilî hev. Yên di şeran de dimirin em in lê yen di Qesran de dijîn ew in. Em bi têkoşîna xwe dikarin dîsa aştiyê bînin û di nava pêvajoya aştiyê de bijîn.”    ‘Nijadperestî tê rewakirin’    Li ser navê komê endama Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar daxuyanî xwend û got her nasnameyek tune tê hesibandin tê înkarkirina raboriyê û xespa siberoja wan gelan e. Çîgdemê anî ziman ku biyanîbûna îro diqewime nijadperestiyê rewa dike û got: “Şerê ku îro îqtîdar û dewlet birêve dibe li dijî civakê birêve dibe. Nijadperestî înkarkirina civakê ye. Welatiyên Ermenî her tim wek tehdît tên dîtin. Ev jî dibe sedema êriş li dijî wan zêde bibin. Îqtîdar dixwazin hebûna xwe bi yekperestî û înkarê li ser pêya bigirin. Li dijî vê jî parastina wekheviya cudayan gava herî girîng were avêtin têkoşîna li dijî nijadperestiyê ye. Li ser rûyê dinyayê belkî hejmara zimanan û baweriyan ji bajaran zêdetir bin. Em dizanin cîhanek ku tevahiya ziman, bawerî û çand bijîn û wekhev bin pêkan e. Em jî têkoşîna vê wekheviyê didin. Em bang li gelan dikin ku li dijî nijadperestî û cihêkariyê têkoşîna hevpar bidin û em dikarin bi vî awayî nijadperestiyê mehkûm bikin.”