Rêxistinên Mafê Mirovan li dijî kiryarên şer daxuyanî dan 2020-10-19 13:23:10   QAMIŞLO - Rêxistina Mafê Mirovan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê, li dijî dagirkerî û êrîşên li ser axa Sûriyeyê daxuyaniyek dan.   Rêxistinên Mafê Mirovan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê li dijî dagirkerî û êrîşên li ser axa Sûriyeyê û koçberkirina bi hezaran kesî ya ji ser axa xwe daxuyaniyek li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) dan. Daxuyanî bi tevlîbûna hemû jinên ku cihê xwe di nava rêxistêna mafê mirovan digirin, pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cuma ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Beriya 3 salan dewleta tirk û hevkarên wê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û xist bin kontrola xwe. Di encama êrîşan de gel neçarî koçberiyê bûn û di nava kampên koçberan de bi cih bûn. Dewleta tirk piştî ku gel ji bajêrên wan koçber kir, kesên bi navê Mîlîşiyat û malbatên wan di nava bajarên dagirkirî de bi cih kirin. Ev kiryarên ku dewleta tirk pêk anî bû sedema bi hezaran  kes koçber bibin. Ne tenê koçberî dewleta tirk her roj li cihên dagirkeriye gelek komkujî, revandin, tecawiz û guhertina demografiyê pêk tîne.    Em wek Rêxistina Mafê Mirovan a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê bang li civaka navneteweyî dikin ku bi erkên xwe rabin û di derbarê sûcên şer ên ku di derheqê mirovan de ji aliyê dewleta tirk ve hatine kirin lêpirsîn bikin. "   Paşê Rêxistina Mafê Mirovan a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê, rapora xwe ya li ser êrîş û koçberiyê radestî Navenda Neteweyên Yekbûyî kirin.