Li Efrînê 280 hezar darên zeytûnê hatine birîn 2020-10-19 09:09:22   ŞEHBA - Li gor çavkaniya herêmî hatiye bi dest xistin li herêma Efrînê 280 hezar darên zeytûnê hatine birîn.    Li Efrînê koçberî, talan, tecawîz, revandin û fidya xwestin didome. Li gorî çavkaniyên taybet 280 hezar darê zeytûnê hatine birîn, 20 hezar dar hatine hilkirin û 15 hezar dar hatine şewitandin. Her wiha hejmarên gelek mezin ji darên cur bi cur hatin birîn û zêdetirî 15 hezar dar jî ji darên cur bi cur hatine şewitandin. Hin çavkaniyên dîtir jî dibêjin hejmara qutkirin û şewitandina daran hîn zêdetire.   Li gor çavkaniya herêmî li gundê Cûqê ya girêdayî navenda bajara Efrîn bi sedan ji darên zeytûnan hatine birîn, her wiha di van rojên dawî de jî li gundê Kaxirê, Mîrkan û Rûda ya navçeya Mabeta Efrînê dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi sedan ji darên zeytûnê qutkirine. Her wiha li gor agahiyên ku ketine destên me malbetên çeteyan dest danîne ser milkên gel û nahêlin niştecih derbasî nava milkên xwe bibin. Dîsa bi vê mijarê ve girêdayî li ser her darek zeytûnê çete 2 hezar peraya Sûrî ji xwedî daran distînin û bi dara zorê jî berhemên zeytê ên ku derdikevin ji xwe re dibin. Kesên ku dixwazin li hember kiryarên dij mirovî bertek nîşan bidin jî ji hêla çeteyan ve tên tehdîtkirin.