Hatûn Yildiz: Em ê xebatên xwe mezin bikin 2020-10-19 09:05:32   AMED - Hevseroka HDP’ê ya Sûre Hatûn Yildiz, diyar kir li gel zext, zordarî, binçavkirin û girtinan dê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin û hêza jinê xurt bikin.   Di 29'ê hezîranê de endamên Komeleya Jinan a Rosa û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevahî 23 kes hatibûn girtin. Di nava 23 kesan de hevseroka HDP'ê ya Sûra Amedê Hatûn Yildiz jî hebû. Hatûn di 13'yê cotmehê de di danişîna yekem de serbest hat berdan. Hatûn ji ajansa me re behsa pêvajoya binçavkirinê kir.    Hatûn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî jinên kurd û got: "Dadgeh li ser dosyaya me biryara veşartî danîbû loma min naveroka dosyaya xwe nedizanî. Tenê dosyaya Komeleya Jinan a Rosa dihat zanîn. Ji xeynî vê kesek naveroka dosyaya xwe nedizanî. 4 îdîayên derew anîbûn li pêşiya me û dixwestin em îmze bikin. Lê em baş dizanin ku jinan dijmin dihesibînin. Xwestin pêşiya me bigirin û hêza me tune bikin."    ‘Ajantiyê xwestin bispêrin’   Hatûn anî ziman ku di binçavkirinê de ajantiyê spartine û wiha axivî: “Me armanca wan dizanî û em li hemberî wan derdiketin. Em li girtigehê di nava tecrîdê de bûn. Hemû hal û tevgerê me dihat şopandin. Ji bo ku me îfade neda dosyayên me girtin û ji ber ku me nedizanî ku îdia çine. Nêzî 30 pirs ji min pirsîn û ez 3 saet û nîv li hundir mam. Bi taybetî pirsên derbarê Rosayê de hatin pirsîn. Greva birçûbûnê û roportajên ku min dane çapemeniyê hatin pirsîn."   ‘Jin pêşiya her tiştê disekinin'   Hatûn destnîşan kir ku dê xebatên xwe zêdetir bikin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Sekna me dê bêhtir bi hêz û bi quwet be. Tirsa me ji wan tune. Em şûnde gav neavêjin. Me berê jî xebat dida meşandin lê niha em ê bêtir xebatên xwe mezin bikin. Em serî netewînin. Dema ku jinên kurd û jinên Tirkiye li hemberê polîtîkayên dewletê yên li dijî jinê derketin û hatin ligel hev, di nava desthilatdariyê de tirsek çêbû. Bi wî awayî xwestin hêza jinan têk bibin."   ‘Bi kamereyan diketin qada me ya mahremiyetê’   Hatûn di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercên girtîgehê û wiha got: "Li girtîgehê bi kamereyan 24 saetan hundirê hewş û banyoyê tê şopandin. Em gelek aciz dibûn. Diketin qada me ya mahremiyete. Ew tişt nayê pêjirandin û divê li dijî vê tiştê deng derxin."