ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2020'Î 2020-10-19 09:00:00   *Fatme Silêman wekî bijîşkekê dermanê xwezayê di afirîne û heman wextê jî alîkariya malbatên xizan jî dike, derbarê xebatê xwe de wiha dibêje:  "Ez bê pere dermanê xwezayî çêdikim û kesên nexweş û xizan derman dikim, ji ber ku ev çandeke kevnar, exlaqî û wîjdanî ye. " BI DÎMEN   *Dayikên Aştiyê ku 10 rojan li TEM'ê di bin çavande man destnîşan kirin ku êrîşên li ser dayikan ne nû ne û wiha gotin: “Êrîşên li ser dayikan dê tu encamê begirin. Tu kes nikare dayikan ji xebatên wan ên ji bo aştiyê qut bike. Em ê her ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.”DÎMEN HEYE   *Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî ya Herêma Efrînê Eyşe Sîdo bal kişand ser hevpeymana ku di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê pêk hatî û got: "PDK'ê û hikûmeta Îraqê bi hevpeymanekê dixwazin carek din serweriya xwe li ser Şengalê bikin, lê Şengal wê tu carî vê hevpeymanê qebûlnekin û bi îradeya xwe bijîn." BI DÎMEN    *Jinan diyar kir ku heta niqaşên li ser Peymana Stenbolê biqedin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û banga têkoşîna hevpar li meclisê kirin. BI DÎMEN   * Jinên Kerboranê li dijî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek nîşan dan û gotin: "Em tucarî tecrîda heyî qebûl nakin û em ê li dijî tecrîdê bibin pêşeng." BI DÎMEN    *Li bajaroka Gundikê Melî ya Şirnexê jinan dest bi komkirina kizwanan kirin û gotin: "Gelek feydeyên kizwanê hene û em jê sûdê digirin. Qadekî mezin ên daristanê îsal ji ber şewatê têk çûn. Ligel her cûreyên darên din darê kizwanê jî para xwe ji şewatê girt. Ev tişt bi her awayî bandorê li xweza, li me û debara me kir."  BI DÎMEN    *Şanogera kurd Perînaz Delazî, diyar kir ku li Tirkiyeyê dewlet cudakariyê dike nabera welatiyên kurd û tirk, ji ber wê di warê xebatên hunerî de jî hunermendên kurd tên astengkirin û bi awayê azad nikrin xebatên xwe bidin meşandin. BI DÎMEN   *Hevseroka HDP’ê ya Sûre Hatûn Yildiz, diyar kir li gel zext, zordarî, binçavkirin û girtinan dê bêtir têkoşîna xwe mezin bikin û hêza jinê xurt bikin. BI DÎMEN    *Derbarê pêkanînên dewleta tirk de li Qamişloyê daxuyanî (11.00)