Parêzerên Îpek: Em ê heta dawî dozê bişopînin 2020-10-18 17:21:08   ÊLIH - Parêzerên malbata Îpek Er ku çawîşê pispor Musa Orhan tecawizî wê kir û bû sedema mirina wê, bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşandin gotin, "Parêzerên bersûc êrîşî mafên malbatê dikin û dixwazin ku dozê manîpule bikin."    Danişîna doza Bersûc û tecawizkar Çawîşê Pispor Musa Orhan ku bû sedema mirina Îpek Er duh li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hat dîtin. Parêzeran bi hinceta der barê doz û dosyayê de cemawerî û raya giştî şaş tê agahdarkirin û têkildarî pêvajoya darizandinê daxuyanî dan. Parêzeran di daxuyaniyê de anîn ziman ku dewlet li gel delîlên heyî hewl dide ku cemawerî û raya giştî şaş agahdar bike û ji bo bersûc bê darizandin û cezakirin dê zorê li saziyên darazê bikin. Parêzeran anîn ziman ku Îpek Er 3 roj beriya întîharê name li pey xwe hiştiye. Îpek Er, bi Musa Orhan re ketiye têkiliya hestiyarî. Bi vê yekê Musa Orhan tecawizî wê kiriye. Ji ber Musa Orhan tecawiz kir Îpek Er dawî li jiyana xwe anî. Îpek, li ser israra bersûc Musa Orhan di şeva 24.06.2020'an de ji malê derketiye û li Mala Mamosteyan a Misircê bi şev maye. Beriya wê di 25'ê Hezîrana 2020'an de ji ber Musa Orhan peyvirdar bû li Otela Mezin (Buyuk Otel) a Sêrtê şevekê maye. Îpek a name li pey xwe hişt. Got 'Bi zorê tecawizî min kir. Min got ez araqê venaxim. Lê bi israr da min. Gef li min xwarin. Got 'tu bêje ez ê te bikujim' Ji tirsa ez bêm kuştin min negot. Musa Orhan tecawizî min kir. Parê min girt û ez li pey xwe kaş kirim. Got 'kes ji te bewar nake'"    Parêzeran anîn ziman ku di raporên Saziya Tipa Edlî de jî tê diyarkirin ku tecawizî Îpek Er hatiye kirin. Dîsa di rapora lêkolîna Labaratuvara Krîminal a Polîsan a Amedê ku di 22'ê Îlona 2020'an de li dosyayê zêde kirin de jî tê gotin ku li doşek, batanî û çarçefa bersûc Musa Orhan şopa xwîna Îpek Er heye. Dîsa spermê aydî Musa Orhan heye.    Parêzeran dan zanîn ku li gel delîlê heyî heyeta dadgehê der barê Musa Orhan de biryara girtinê nedaye û li gel delîlen xurt daxwaza girtina Musa Orhan red kiriye. Parêzaran anîn ziman ku Musa Orhan ji aliyê dewletê ve tê parastin û xwestin bersûc Musa Orhan bê girtin û cezakirin. Parêzeran da zanîn ku ji bo daraz Musa Orhan bigire dê zorê li mekanîzmaya darazê bikin. Parêzeran anîn ziman ku dê malbatê bi tenê nehêlin û heta dawî dozê bişopînin.