Yekîtiya Jinên Êzidî peyman şermezar kir 2020-10-18 14:27:07   ŞEHBA - Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekîtiya Êzdiyan a Herêma Efrînê peymana di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de ya li ser civaka Şengalê bi daxuyaniyekê şermezarkirin.   Bi armanca şermezarkirina peymana di nava hikûmeta Bexda û Hewlêrê de li ser kurdên êzidî yên Şengalê, Yekîtiya Jinên Êzdî û Yekîtiya Êzdiyan li Herêma Efrînê helwestên xwe nişandan û ev hevpeyman bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li Kampa Berxwedanê bi beşdariya şêniyên kamapa Berxwedanê, Kongreya Star a Herêma Efrîn, Yekîtiya Jinên Êzdî û Yekîtiya Êzdiyan, hat dayin. Di daxuyaniyê de alên Yekîtiya Jinên Êzidî, Yekîtiya Êzidiyan, her wiha wêneyên komkujiya Şengalê hatin hildan. Daxuyanî  ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Êzidî a Herêma Efrînê Mediye Cindo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Ji dîrokê û heta roja îro niştecihên Şengalê bi ax û dîroka xwe ve hatine girêdan. Ji destpêka mirovahiyê ve Civaka Êzidî parastina ol û nirxên xwe yên pîroz dike. Bi derketina hêzên desthilatdar û hikûmetan re êdî Civaka Êzidî bi caran di komkujîyan re hatiye derbaskirin.  Ev 73 ferman in ku hatine serê êzidyan. Herî dawî ji bi destê çeteyên DAIŞ’ê komkujiyek li Şengalê  li ser Civaka Êzidî hat kirin. Di encama vê komkujiyê de bi hezaran mirov hatin kuştin, cihê wan hat wêrankirin û hatin revandin. Jinên ciwan ên êzidiyan li bazaran hatin firotin û cîhan bêdeng ma. Ev qirkirIn li pêşiya çavê hikûmeta Îraqê û li pêş çavê hikûmeta başûrê Kurdistanê jî hat kirin.  Lê tenê ew mirov di destên çeteyan de hiştin û reveyin. Hikûmeta Îraqê û Hewlêrê Civaka Êzidî firotin û niha jî dixwazin bi pilanên nû careke din vê civakê qir bikin.   Em peymana bê îradeya êzidiyan qebûl nakin    Em peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de red dikin. Ji niha û şûn de êdî rêveberiya Şengalê dê têkoşîna xwe li hember van pilanan mezin bike. Em biryara ku bê îradeya êzidiyan tê dayin, qebûl nakin. Rêveberiya Şengalê wê Şengalê bi rêve bibe.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.