Meclîsa Îştar a Mexmûrê peymana li dijî Şengelê şermezar kir 2020-10-18 09:06:36   MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha penaberan a Mexmûrê hevpeymaniya PDK’ê û Iraqê ya derbarê Şengalê de şermezar kiri û diyarkir ku PDK cardin dixwaze bi van planên qirêj şêniyên Şengelê bi komkujiyan re ru bî ru bi hêle.   Hikûmeta PDK û Iraqê di 9’ê Cotmehê de li ser Şengalê hevpeymanek imza kirin. Bi vê peymana qirêj re careke din PDK dixwaze civaka êzidî bi komkujiyan re ru bi ru bihêle. Lê şêniyên Şengalê vê peymanê napejirînin û bi tundî şermezar dikin.    Meclîsa Îştar a Wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî ji bo piştgiriya xwe bi Şêniyên Şengalê re ragihîne û peymanê şermezar bike daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin endama koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîla Tok ve hat xwendin.     Daxuyanî wiha ye: “Em weke jinên Wargeha Penaberan a Mexmure peymana li dijî  civaka êzîdî ku ji aliyê PDK’ê û Iraqê ve hatî îmzakirin şermezar dikin. Em weke şêniyên Mexmûrê vê peymanê weke rureşiya li dijî kurdan dibinin. Em li bendê bun ku xweseriya Şengalê were naskirin, lê belê dixazin careke din şêniyên Şengalê di komkujiyan re derbas bikin. Şêngiyên Şengalê bi felsefeya Rêber Apo ji komkujiyê hatin rizgarkriin. Lê disa hêzen hevkar polîtîkayên qirêj li ser Gelê Kurd didin meşandin.  Rastî ev şermek mezine ji bo hêzen navneteweyî.  Em bang li kesên ku dibêjIN em mafê mirovan diparêzin dikin ku li civaka êzidî ya gelek  êş kişandî xwedî derbikevin û vîna şêniyên Şengalê nas nikin.     Bila dijmin vê baş bizanibe ku wê di nava hers û kina dayikên şehîdan de bi xeniqe. Her çar parçeyn Kurdistanê divê îro li dora vê berxwedanê bibin xelek û li dijî dagirkeriyê derbikevin. Azadiya Gelê Kurd nêz e. Bi berxwedana gelê kurd wê ev dagirkerî tek biçe.”   Daxuyanî bi duruşmên,  "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Şengalê" bi dawî bû.