Jin xwe diparêzin: Werin em têkoşîna xwe mezin bikin 2020-10-18 09:03:48   WAN - Kampanyaya TJA'yê ket meha xwe ya duyem. Aktivîstên TJA'yê bang jinan kirin û gotin:"Bi rihê piştevaniyê em têkoşîna xwe mezin bikin."   Tevgera Jinên Azad (TJA),  li dijî tecrîd, qirkirina siyasî, destdirêjî, tecawiz, êrişên li ser ziman û baweriyan di 15'ê Îlonê de kampanyaya “Em xwe diparêzin” dabû destpêkirin. Çalakiyên di çarçoveya kampanyayê ya ew ê 4 mehî bidome, dewam dikin. Li Wanê aktivîstên TJA'yê behsa xebatên ew ê di rojên pêş de bikin, kirin.   'Bersiva li dijî kiryarên îktidarê: Xweparastin e'   Aktivîsta TJA'yê û Hevseroka HDP'ê ya Artemitê Şukran Şen bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya îro û wiha got:"Di vê pêvajoya dawiyê de êrişên li ser Peymana Stenbolê û destkeftiyên jinan zêde bûne. Bersiva li dijî kiryarên îktidarê 'Xweparastin e'. Em mecbûr in jinên tundî li wan tên kirin perwerde bikin."   'Em rêbazên çareseriyê yên li dijî tundiyê nîqaş dikin'   Şukranê diyar kir ku ji destpêka kampanyayê heta niha wan li gelek kuçeyan çalakî li dar xistine û wiha dewam kir:"Wekî meclîsên jinan her roj me bi jinan re hevdîtin pêk dianînin. Bi gelek jinên ku tundî li wan dihat kirin me hevdîtin pêk dianî. Em berê li kuçeyên dûr geriyan. Bi semîneran li dijî tundiyê me "mafên jinan çi ne" nîqaş kir. Mixabin dema jin tundî li wan tê kirin di warê hiqûqê de ji mafên xwe ne haydar in. Me nîqaşên têkildarî rolên zayenda civakî nîqaş kirin. Divê jin xwe çawa biparêzin û ew ê çawa li berxwe bidin em li ser van sekinîn."   'Jin piştevaniyê esas digirin'   Şukranê diyar kir ku jin piştevaniyê esas digirin û wiha dewam kir:"Li kuçeyên em diherên em li ser pirsgirêkan nîqaş dikin û em çareseriyên xwe jî diyar dikin. Dema em li ser pirsgirêkan diaxivin em çaresariyên wê jî diyar dikin. Di vir de em encama piştevaniyê bi dest dixin. Li dijî hemû tundiyê em têkoşînê esas digirin."   'Serenava me ya herî girîng tecrîd e'   Aktivîsta TJA'yê Aynur Sarica ew rêbazên têkoşînê pêş dixin û wiha got:"Em li ser mijara li dijî êrîşên dewlet, mêr, tundiyê em ê xwe çawa biparêzin nîqaş dikin. Serenava me ya herî girîng tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Çimkî li welatekî dema tecrîd hebe em nikarin behsa azadî, demokrasiyê bikin. Xebatên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser girtiyan û ciwanan ji bo gelekî girîng in."   'Li dijî tecrîdê em jiyaneke bi rûmet diparêzin'   Aktivîsta TJA'ye Neslîhan Şedal diya kir ku wê jî peywira xebatên atolyeyê girtiye ser xwe û wiha got:"Em di atolyeyan dibêjin ku em li dijî polîtikayên şerê taybet, tecrîdê jiyaneke bi rûmet diparêzin. Em dibêjin em jiyaneke bi rûmet a li dijî tecrîdê diparêzin."   'Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin'   Neslîhanê bal kişand ser polîtikayên şerê taybet û wiha got:"Polîtikayên ajantiyê, pêşxistina hişbirê û fuhuşê ya bi zanetî, revandina hevalên me yên parastinê azadî û demokrasiyê dikin di vê pêvajoyê de gelekî derdikevin pêş. Loma Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin. Em li dijî hemû polîtikayên Mûsa Orhan diparêzin, derdikevin. Em atolyeyên ku em qirkirina li dijî xwezaya me, polîtikayên şer ên taybet nîqaş dikin, ava dikin."