'Tundiya aborî li binpêkirina mafan a li girtîgehan zêde bû' 2020-10-18 09:02:41   QERS - Girtiya bi navê Delîla Erkmen bal kişand ser tevî talûkeya pandemiyê ya girtiyên siyasî pê rû bi rû tên hiştin û tundiya aborî û got girtîgeh veguheriye qada sermayeyê.    Li girtîgehan her roj binpêkirina mafan pêş dikeve. Girtiyên siyasî jî mecbûr dimînin di nava şerdên giran de bijîn. Qeyrana aboriyê ya ku ji ber pandemiyê zêdetir bûye hem zorê dide xizmên girtin hem jî dide girtiyan. Birayê Delîla Erkmen a ku ji ber îdiaya "Endamtiya rêxistinê" ev 8 sal in di Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tîpa M a Bayburtê tê girtin, Mahir Erkmen bûhabûna li girtîgehan wekî 'sermaye' pênase kir û anî ziman ku ji ber qeyrana aborî hem ew hem jî girtî nikarin debara xwe bikin.    'Dayika min bêyî ku Delîla bibîne jiyana xwe ji dest da'   Mahir da zanîn ku Delîla di 2012'an de hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Bedlisê û piştre jî birine Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tîpa M a Bayburtê û da zanîn ku dema Delîla li Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Bedlisê dihat girtin ew di warê debarê de di tengasiyê de bûne û wiha got:"Di wê serdemê de ji debarê me rojên dijwar derbas kir. Ji bo em biçin hevdîtinê divê em ji serê sibehê re derketan rê. Ji ber Erzirom bêtir nêzî Qersê bû me daxwazname da lê belê nehat qebûlkirin. Me dixwest Erzirom be da em bi hêsantir biçin hevdîtinê. Diya mi ji ber nexweşiya xwe nikaribû bihat hevdîtinê. Dayika min bêyî ku Delîla bibîne jiyana xwe ji dest da."   'Ji xeynî pirtûkên girtîgehê diyar kiriye pirtûk nikare bên şandin'   Mahir diyar kir ku ji ber Delîla di çalakiya greva birçîbûnê de ya di 2018'an de ya bi pêşengiya Hevseoka KCD'ê û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Leyla Guven hatibû destpêkirin 160 rojî di grevê de maye ew û hevalên wê piştre bi hucreya yekkesî hatine cezakirin û wiha deewam kir:"Bi pêvajoyê re qedexeyên nû li girtîgehan hatin îlankirin. Berê me dikaribû alavên qirtasiyeyê ji derve bişandan. Sînorkirina rengên kincan tune bû. Ji xeynî pirtûkên girtîgehê diyar kiriye pirtûk nikare bên şandin."   'Fatureyên ceyran û avê girtî didin'   Mahîr bal kişand ser qeyrana aboriyê ya bi pêvajoya pandemiyê re kûrtir bûye û wiha got:"Girtî pereyê wan têrî kantînê nake. Li vir em kîloya penîr bi 30 bikirin li wir bi 50 TL'yî ye.  Fatureyên ceyran û avê girtî didin. Ji ber pandemiyê bêkarî jî zêde bû. Ev 8 meh in ez naxebitim. Ez bixebitim pere dikeve mala min ez nexebitim pere nakeve mala min. Em ne dikarin li xwe ne jî dikarin li girtiyan binêrin."   'Em ji ber pandemiyê bi fikar in'   Mahir bal kişand ser serdema pandemiyê û wiha got:"Ji ber pandemiyê ev nêzî salekê ye em nikarin Delîla bibînin. Girtî ji ber hevdîtina vekirî qedexe ye dernakevin hevdîtina girtî. Ew jî ji bo ji malbatan re nebin bargiranî dibêjin neyên hevdîtina girtî."