Jinên ciwan li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan 2020-10-17 17:01:34   QAMIŞLO - Pêngava Rêxistina Jinan a ku bi dirûşma “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” hatibû destpêkirin, dewam dike. Îro jî Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşeke girseyî li dijî êrîş û kiryarên dewleta tirk meşiyan.    Rêxistina Jinan li Rojavayê Kurdistanê  li dijî kiryar û êrîşên ku ser herêmê tên kirin di 8’ê Cotmehê de pêngava xwe bi dirûşma “Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” dest pê kiribûn. Pêngav bi çalakiyên cur be cur dewam dike. Îro jî bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişloyê li dijî êrîş û kiryaran meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş ji qada Şehîdên Sûriyan dest pê kir û li qada Şehîd Rûbar rawestiya.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatibû hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê daxuyanî hat dayin.  Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Selwa Elî ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Ev 9 sal in li Rojavayê Kurdistanê şoreş pêk hatiye. Di nava van salên şoreşê de bê ferq û cudahî mafê hemû pêkhateyên herêmê tê de hatiye parastin. Bi hezaran mirovên xwedî rûmet di ber vê axê de canê xwe feda kirin. Dewleta tirk dixwaze nirxê gelê herêmê tune bike û ev yek li pêşiya çavên tevahî cîhanê tê kirin. Pêwist e hemû gelên herêmê bizanibe ku vîna wan tê hedefgirtin û dewleta tirk dixwaze serweriya xwe ser gelan mayinde bike. Divê em bi xwe axa xwe, rûmeta xwe û jiyana xwe biparêzin. Em ê dagirkeriyê têk bibin û di welatê xwe de azad bijîn."   Meş bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.