Ji TJA'yê atolyeya xweparastinê 2020-10-17 13:43:35   MÊRSÎN - Di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de TJA'yê li Mêrsînê atolyeya "xweparastinê" li dar xist.    Tevgera Jinên Azad (TJA),  li dijî tecrîd, qirkirina siyasî, destdirêjî, tecawiz, êrişên li ser ziman û baweriyan di 15'ê Îlonê de kampanyaya “Em xwe diparêzin” dabû destpêkirin. Jinên ku di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de li ber avahiya HDP'ê ya Mêrsînê hatin gel hevdu atolyeya "xweparastinê" li dar xistin.    Jinan di atolyeyê de bal kişandin ser zêdebûyina cinayetên jinan, tundiya li ser jinê û girîngiya xweparastinê anîn ziman.