18 lehengên Berxwedana Rûmetê li Til Temirê hatin bibîranîn 2020-10-17 13:09:42   HESEKÊ - Îro bi sedan ji şêniyên navçeya Til Temirê, hevrê û malbatên têkoşeran 18 lehengên ku di Berxwedana Rûmetê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn.    Di encama êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê de di 9'ê Cotmeha 2019'an li Serêkaniyê û Girê Spî gelek sivîl û têkoşerên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Îro bi sedan ji şêniyên navçeya Til Temirê, malbat û hevrêyên têkoşerên, 18 pekrewanên navçe û gundewarên Til Temirê, ku di oxira parastina axa xwe de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn. Bi merasîmekê li Saziya Malbatên Şehîdan, hatin bibîranîn. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê merasîma bîranînê dest pê kir.    Paşê endamên Saziya Malbatên Şehîdan Welat Ehmed axivî û wiha got:"Şehîdên ku îro em wan bi bîr tînin, ew bûn yên ku rûmet û axa vî gelî parastin. Pêwîst e ku îro em xwedî li nirxê van şehîdan derkevin û xewin û xeyalên wan pêk bînin."   Endama Kongreya Star  Fatima Ehmed jî wiha anî ziman: "Gotin berxwedan û lehengiya şervanan tucarî nikare vebêje, derveyî ku em bikaribin bibin şopdarê rêya wan."   Paşê keça ciwan Nalîn Yûnis çend helbestên ku ji bo pakrewanan nivîsandibû xwend.    Merasîm bi silavdayina malbatên şehîdan bi dawî bû.