Ji paytexta nebaşî û tirsê ber bi Reqayeke azad ve... 2020-10-17 11:20:18   Dîcle Demhat   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqaya ku rojên nebaş û bi tirs li dû xwe hişt tovên azadiyê yên ku hatin reşandin niha fêkiyên xwe didin.    Li Reqaya DAÎŞ'ê ya ku ji aliyê dewletên emperyalîst ve hat avakirin ji xwe re kiribû paytext niha aramî û azadî heye. Bajarê ku di serdema DAÎŞ'ê de bûbû kabûsê jinan niha bûye cihê jin bi destên xwe jiyana xwe bihonin. Di serdema DAÎŞ'ê ya 4 salan de gelek komkujî, îşkence, tundî, pêkanînên dijmirovî rû dan. Di 2017'an de bi operasyona ku rêvebirina wê ji aliyê endama Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) fermandar Rojda Felat dihat kirin de Reqa ji DAÎŞ'ê hat paqijkirin. Di 17'ê Cotmeha 2017'an de li Meydana Neîmê ya ku DAÎŞ'ê ew bi navê 'Meydana Kuştinê' pênase dikir û her zilm li wir dikir alên YPJ'ê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin daliqandin.    Paytexta DAÎŞ'ê ya fîîlî    Bajarê ku di sedsala 8 û 9'emîn de paytexta Abbasiyan bû wekî bajarê çand û ilmê dihat dîtin. Lê di sedsala 21'emîn de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hat dagirkirin. Di 2013'an de Reqa ji muxalîfên Sûriyeyê hat girtin û wekî paytexta fîîlî hat îlankirin. Li vir pêkanînên dijmirovî li ser gelan hat fezkirin. Ev der ji bo bazirganiyê cihekî girîng bû. Reqa li nêz çemê Firatê jî ye. Bajarê ku ji aliyê cotkariyê ve dewlemend e di heman demê de ji aliyê petrolê ve jî dewlemend e. Li Reqayê hejmara muslumanan zêdetir in û li wir kurd, ermenî, çerkez û turkmen jî dijîn. Loma hedefgirtina DAÎŞ'ê ya Reqayê ne tesaduf e.    Serdema Rejîma BAAS'ê û jin   Di serdema Rejîma BAAS'ê de gelek tişt li gelan dihatin ferzkirin. Herî zêde jî li jinan dihatin fezkirin. Hem zagonên dewletê hem jî yên eşîratan jin ji gelek tiştî mehrûm hiştibû. Çûyina jinan a ji bo dibistanê gelekî kêm bû. Ji bo mirov di saziyên dewletê de bixebitiyan divê endamên BAAS'ê ban. Di zagonan de jî jin ne xwediyê gotinê bûn. Kurd, ermenî, çerkez û tirkmen nikaribûn bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û biaxivin. Di 8'ê Adarê de jî ancax beşek kêm a ji gelan karibûn bihatana gel hevdu û pîroz bikirana.   Ji bo jinan rojên reş dest pê kiribû   Rejîma BAAS'ê ya ku du baregehên wan ên leşkerî li Reqayê hebûn di 2013'an de bi hatina çeteyên Ceyşul Hur û Cebhet-El Nusra ji Reqayê vekişiya. Bi sîstema ku hemû rêgezên wê li gor îslamê bû rojên tarî li hêviya jinan bûn. DAÎŞ'ê pevçûna di navbera Ceyşul Hur û Cebhet-El Nusra ala xwe li Reqayê hilda. Bi hatina DAÎŞ'ê jin ji nasnameya xwe hatin dûrxistin û li bazaran wekî koleyan hatin firotin. Bi hezaran jinên Êzidî anîn bajêr û bi zorê bi çeteyên DAÎŞ'ê re hatin zewicandin. Qedexeya derketina derve ya bi tenê ya ji bo jinê hat îlankirin. Kesên derketin jî hatin girtin û îşkence li wan hat kirin. Çarşefên reş li ser jinan ferz kirin û firotina qumaşên bi rengên cuda jî hatin qedexekirin.    Meydanên navendî bûbûn cihê komkujiyê   Li Meydanên bi navê El Naim, Seet û Delle bûbûn meydanê komkujiyê. Li van meydanan her roj jin û mêr dihatin kuştin. Cureyên îdam û qetilkirina her kesî jî cuda bû. Li van meydanan jinên Şengalî jî hatibûn firotin. DAÎŞ'ê jinên rêgezên wan bi cih nedianîn bi kirbacê li wan didan. Li bajar nobedarên jin ên DAÎŞ'î hebûn. Dibistan ji bo belavkirina birdoziya DAÎŞ'ê dihat bikaranînin. Dibistan zarokên keç û lawan dihatin cudakirin. Ji bo mêran rêya pirzewacê hat vekirin. Şerdên ola Îslamê li Xiristiyan û Ermenan hatin ferzkirin. Gotinên jineke ji DAÎŞ'ê rizgar bûbû zilma DAÎŞ'ê radixist pêş çavan. Jina hatibû rizgarkirin wiha digot:"Jinên li kuçeyan bi hincetên cuda wan bi feleqeyê ceza dikirin. Ev cezayan jî carinan ji ber ku gîzoka me xuya dikir an jî porê me xuya dikir. Cîraneke min hebû zaroka wê nexweş ketibû bi eceleyê derket û tayekî porê wê xuya kiribû. Cezayê feleqeyê dabûn cîrana min. Ji ber vê îşkenceyê nikaribû bimeşiya."   'Xezeba Firatê' ji bo gelan bû hêvî   Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi navê 'Xezeba Firatê'  ya di 10'ê Kanûna 2016'an de dest pê kir ji bo gelan bû hêvî. Her jinên ji esaretê rizgar bûn ji jinê şervan re digotin "Şukur hûn hatin" û wan hembêz dikirin. Jin beşdarî refên YPJ'ê bûn û soza tolgirtinê dan. Di çarçoveya operasyonê de gele sîvîl rizgar bûn. Di 17'ê Cotmeha 2019'an de QSD'ê mizgîniya rizgarkirina Reqayê da. Li bajar konvoy hatin çêkirin û tûrên azadiyê hatin avetin.    Azadiya Reqayê diyarî jinên cîhanê hat kirin   Di 19'ê Cotmehê bi sedan endamên YPJ'ê li Meydana El Neîm a ku DAÎŞ'ê wekî 'Meydana Kuştinê' pênase dikir, hatin gel hevdu û têkildarî mizgîniya rizgarkirina Reqayê daxuyanî da raya giştî. Nesrîn Ebdullah a ku li ser navê fermandariya YPJ'ê anî ziman ku ew rizgariya Reqayê diyarî Abdullah Ocalan, şervanên di hemleya rizgarkirinê de jiyana xwe ji dest dane û hemû jinên cîhanê dikin.    Gava yekem a ber bi azadiyê ve   Di 20'ê Cotmehê de Reqa radestî Meclîsa Gel a Sîvîl a Reqayê hat kirin û xebatên avakirinê dest pê kir. Li bajarê ku ji ber şer veguherîbû xirbeyekê bi avakirina komîteyan rêya rêxistinbûyinê hat vekirin. Mala jinên a bi navê “Dar ul Marra” yanî "Mala Jinê" hat vekirin. Bi vê yekê gava yekem a ber bi azadiyê ve pêk hat. Pirsgirêkên jinê li Mala Jinê tê çareserkirin. Niha bi hezaran jin li "Mala Jinê" cihê xwe digirin. Bi demê re jinên kurd, ereb, ermenî, çerkez, tirkmen di her qadê de rolên xwe yên çalak lîstin. Di komîteyan, meclîsan, qadên siyasî sîstema hevserokatiyê ket meriyetê.    Qadên xwerêxistinkirinê   Ji dema Reqa hat rizgarkirin heta niha Meclîsa Jinê ya Reqayê, Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê, akademiyên jinan xwe bi rêxistin dikin. Her wiha bi aboriya jinê ve girêdayî firin, derzîxane, kooperatîk, loqente tên vekirin û ji bo jinan qadên îstihdamê tên avakirin. Komîteya Dîplomasiya Jinê jê li gelek qadan xebat da meşandin. Komîte beşdarî kongreya jinê ya Elmanyayê bû û bajar temsîl kirin.    Li bajêr êdî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, 21'ê Adarê Cejna Newrozê bi awayekî girseyî tên pîrozkirin û israra di warê afirandina jina azad de dewam dike