Jinên Êzidî: Yên îradeya me nas nekin em jî îradeya wan nas nakin 2020-10-17 10:26:26   ŞENGAL- Jinên Êzidî bi pêşengiya TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê meşeke girseyî li dar xistin.    Jinên Êzidî li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê meşeke girseyî li dar xistin. Jinan anîn ziman ku ev peyman wekî fermaneke nû ye û gotin:"Yên îradeya me nas nekin em jî îradeya wan nas nakin."   'Yê carekê îxanet kir wê her tim îxanetê bike'   Endama Meclîsa Gel a Şengalê Neam Bedel wiha got:"Em li hember biryara li ser Şengalê hatiye dayîn dimeşin. Ji ber ku weke şêniyên Şengalê agahiya me ji vê biryarê tune ye. Em îxaneta li me hatiye kirin tu carî ji bîr nakin. Niha hîn gelek jinên Êzidî di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ne. Yê carekê îxanet kir wê her tim îxanetê bike. Ne tenê di 2014’an de îxanet li me kirin. Di sala di 2017’an de jî bi navê Pêşmergeyên Roj hatin û erîşî me kirin. Em careke din xayînan li ser axa xwe qebûl nakin. Heta yek zarok û dayîkên me bimîne em ê li hember vê bisekinin."   'Pêdiviya me ji tu hêzên din tune ye'   Endama Weqfa Jinên Ezidî Ferîde Şengalî anî ziman ku ew peymanê şermezar dike û wiha got:"Ji bo jin û zarokên me yên di destên DAÎŞ’ê de em vê qebûl nakin. Em careke din ew rêveberiya ku li me îxanet kiriye qebûl nakin. Em nahêlin careke din me bi rê ve bibin. Êdî îradeya me xurtir e. Hêza me ya xweparastinê heye. Em dikarin xwe bi rê ve bibe. Pêdiviya me ji tu hêzên din tune ye."   'Tiştek negotin û revîyan'   Dayika têkoşer Şoreş Şengalî yê ku di şerê Xanesorê de di 2017'an de di encama şerê bi Pêşmergeryên Roj de jiyana xwe ji dest da, Meyan Nasir wiha got:"Biryara hatiye girtin fermaneke nû ye. Dîsa Şengal tê firotin. Êdî bes e bila nebêjin em ê vegerin Şengalê. Çima em neparastin û firotin? Li hember êrişa li ser me bêdeng man. Hemû cîhan vê dizane ku wan dev ji me berdan û reviyan. Em çûn pêşiya wan me çek xwest nedan me. Me xwest em li berxwe bidin lê çek jî nedan me. Tiştek negotin û revîyan. Digotin Şengal Şengala me ye lê dev ji me berdan û çûn. Derveyî Rêber Apo û şagirtên wî tu kesî me neparast. Heta îro jin û zarokên me li bazaran tên firotin. Gorî komî hîn nehatine vekirin. Çima naçin hêsîrên me rizgar nakin. Pêşmerge di 2017'an di şerê Xanesorê de zarokên me şehîd xistin. Ez dayîkek şehîdê Xanesorê me. Em ê çawa wan qebûl bikin? Yên zarokên me qetil kirin em wan qebûl nakin. Bila hemû cîhan bizanebe ku ew ê venegerin ser axa me."