1’emîn Kongreya Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê bi avakirina meclisê bi dawî bû 2020-10-16 19:09:13   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin" Yekîtiya Êzîdiyê Sûriyê Kongreya xwe ya yekem bi avakirina meclîsê bi dawî kir.   Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê bi dirûşma "Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin" 1'emîn Kongreya xwe li hola Beylesan ya navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 200 delegehan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxistibûn, bi avakirina meclîsê bi dawî kirin.    Li ser navê Jinên Êzîdî Gulê Cafer wiha got: "Bi navê Yekîtiya Jinên Êzîdî em vê Kongreyê li hemû jinên Êzîdî pîroz dikin. Em qirkirina Kurdên Êzîdî ya 2014'an li Şengalê bîr nakin. Ev êrîş ne tenê li Şengalê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî berdewam kir. Bi tune kirina çeteyên DAIŞ'ê tola jinên Êzîdî hate hildan. Em bi rêya fikir û felsefeta netewa demokratîk xebat dikin û em ê asta xebatê xwe mezintir bikin."   Paşê sistmea hundirîn a Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê ji aliyê Hevserokê Mala Êzîdiyan Farûq Tozo ve hate xwedin û hemû bend hatin nikaqaşkirin û erêkirin.    Her wiha Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê hate avakirin. Meclîs ji 21 kesan pêk tê û ji wan 7 kes Herêma Cizîrê, 7 kes ji Herêma Efrînê û 7 kes jî ji Ewrûpayê hatin hilbijartin.