TJA û Meclîsa Jinên HDP li Silopiyê şahî li dar xist 2020-10-16 16:00:08   ŞIRNEX - Li Silopiyê TJA û Meclîsa Jinên HDP’ê, di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de 8’emîn salvegera avabûna HDP’ê  bi şahiyek pîroz kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de 8’emîn Salvegera avabûna partiya xwe HDP’ê li navçeya Silopiyê bi şahiyekî pîroz kirin. Parlamentyerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA û gelek kes tevlî şahiyê bûn.   Şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir bi axaftinan berdewam kir. Huseyîn Kaçmaz, salvegera partiyê li hemû gelan pîroz kir û got ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.   Piştre Nuran Îmîr axivî û wê jî salvegera partiya xwe li hemû gelên Tirkiyeyê pîroz kir. Nuran, di serî serî de armanca kampanyaya TJA’ê bibîr anî û got li dijî ziman û çanda wan polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Nuran, destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê jî di şexsê jinê de tê meşandin û wiha domand: “Lewra jî me vê kampanyayê da destpêkirin. Îqtîdara AKP-MHP’ê ji ber vê yekê êrîşê jinê dike. Jinên ku bi fikr û ramanên xwe dengê xwe bilind dikin li dijî yek mêrê serî radikin."   Nuran, dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê tu jinekî bêparastin nemîne û wiha axivî: “Dixwazin li ser civakê tiştên qirêj bimeşînin. Polîtîkayek taybet tê meşandin. Em jî li dijî van xwe rêxistin dikin û xwe diparêzin. HDP partiya jinê ye. HDP bi hêza jinê û civakê heta vê rojê hatiye. Heta ku jin hebe dê HDP jî li ser lingan bibîne. Heta ku îktîdar nerize dê têkoşîna me bi dawî nebe. Em ê li her mal û kolanan bibin dengê jinê. Wekî ku birêz Ocalan got ‘heta jin azad nebe, civak jî azad nabe’ û em vê yekê esas digirin. Li dijî tecawiz û asîmîlasyonê jin li vê derê ne. Berxedan jiyane.”   Bername bi gerandina govend û û tîlîliyan bi dawî bû.