'Yekrêziya Kurdî li hember dagirkeran bersiva herî mezin e' 2020-10-16 09:09:13   Sara Şêx Hesen    HELEB - Endama Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê, Fadîle Hesen Mihemed di derbarê Yekrêziya Kurdî de nêrînên xwe anî ziman.  Fadîleyê da zanîn ku dê yekîtî serkeftina herî mezin nîşan bide û wiha got: "Yekîtiya Kurdî bingeha çareserkirina pirsgirêkan e, ji bo wê Yekrêziya Kurdî li hember dagirkeran bersiva herî mezin e."   Mijara Yekîtiya Kurdî mijareke sereke ye. Ji bo ku Gelê Kurd hebûna xwe mayinde bikin pêwistî bi yekîtî û nêrînên hevpar hene. Mijara Yekîtiya Kurdî ev demeke dirêj di rojevê de ye û gelek hevdîtin û gavên berbiçav hatin avêtin. Têkildarî Yekrêziya Kurdî, Endama Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê, Fadîle Hesen Mihemed nêrîna xwe parve kir.    'Yekîtiya Kurdî bingeha çareserkirina pirsgirêkan e'   Fadîleyê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser girîngiya Yekrêziya Kurdî û wiha got: "Pêvajoya ku em niha tê de ne pêvajoyeke girîng û dîrokî ye. Ji dîrokê heta roja îro gelek êrîş li ser Gelê Kurd pêk hatin, ji bo ku em xwe ji van êrîşan û qirkirinan biparêzin pêwistî bi yekîtiyê heye. Bi banga QSD'ê û hevkariya hêzên kurdî gelek gavên ber bi çav hatin avêtin. Ji ber doza kurdî dozeke bingehîn e di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê de jî xwedî roleke mezin e. Heta ku doza kurdan neyê ser masê û neyê çareserkirin tu pirsgirêk çareser nabe. Ji ber ku navenda çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji Sûriyeyê dest pê dike. Ev 10 sal in li Sûriyeyê şerekî giran tê meşandin, lê heta niha pirsgirêka kurdan tu carî nehatiye ser masê. Piştî ewqas şer û bedêlan divê êdî yekîtiya kurdan ava bibe. Bi avakirina Yekîtiya Kurdî divê îradeyek serbixwe hebe, ew îradeya serbixwe dihêle ku gelek pirsgirêk were çareserkirin."   'Dê yekîtiya me serkeftina herî mezin nîşan bide'   Fadîleyê diyar kir ku ji bo ku Yekrêziya Kurdî ava bibe divê berjewendiyên kesayetî bidin aliyekî û wiha pê de çû: "Hevdîtinên ku tên kirin pir giran dimeşe. Lê divê hemû partiyên kurdî berjewendiyên xwe yên kesayetî bidin milekî û berjewendiyên neteweyî bidin ser milê xwe. Niha derfetek dîrokî ketiye destên me da ku em yekîtiya xwe ava bikin, ger em vê derfetê bi kar neynin dîrok me efû nake. Niha hemû dewlet êrîşî me dikin, ger yekîtiya me ava bibe em ê pêşiya hemû qirkirin, hovitî û dagirkeriyê bigirin. Ji bo wê divê armanca me hemûyan bibe yek da ku em yekîtiya xwe ava bikin. Divê em xwediyê biryarên tên dayin, derkevin.  Divê em partiyên kurd hevgirtina xwe ava bikin, ji ber yekîtiya me û hevgirtina me serkeftina me ya herî mezin dide diyarkirin. Dewletên desthilatdar ji bo ku Yekîtiya Kurdî pêk neyê, di hemû waran de êrîş dike û nakokiyan ava dike. Ji bo wê divê xebatên Yekrêziya Kurdî were xurtkirin. Dijmin tu caran nabe dost, serkeftina me bi yekrêziya partiyên kurdî wê were mîsogerkirin."