'Divê jin li cotkariyê xwedî derkevin' 2020-10-16 09:05:05   Melîke Aydin   SAKARYA - Ji SAKUDA'yê Berîn Erturk da zanîn ku ji bo mirov xwe bigihêjîne xurekên baş divê jin vegere rola xwe ya berê ya di qada cotkariyê de û da zanîn ku divê hemû jin li dijî cotkariya endustiriyel xurekên xwe bi xwe pêde bikin.    Komeleya Hilberînerên Cotkariyê ya Navneteweyî  (IFAP) ji bo keda jinan a di qada cotkariyê de derxe pêş 15'ê Cotmehê wekî Roja Jinên Cotkar ên Cîhanê îlan kir. Di 16'ê Cotmeha 1945'an de jî Rêxistina Cotkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) hat avakirin û bi munasebeta vê dîrokê 16'ê Cotmehê wekî Roja Xurekan a Cîhanê hat îlankirin.    Tevî rojên ku saziyên navneteweyî îlan kirine jî, ji bo rol û mîsyona jinê ya di qada cotkariyê de bê guhertin hewildanên girîng nayên kirin. Lê belê hinek mînakên ku jinan diguherin jî hene. Ev mînakana jî di warê hilberîna cotkariyê de ye. Ji Tora Piştevaniya Hilberînê ya Biçûk a Sakaryayê (SAKUDA) ya ji 8 kesan pêk tê, Berîn Erturk têkildarî qeyrana ekolojîk û aborî de anî ziman ku ji ber ku rol û mîsyona jinê ya di cotkariyê de hatiye guhertin loma qeyrana aborî û ekolojîk rû dide û divê hemû jin  wêrek tev bigerin û di qada cotkariyê de rola xwe ya gîring bilîzin.     'Divê jin vegerin rola xwe berê ya di qada cotkariyê de'   Berînê da zanîn ku di warê guhertina rola jinê ya cotkariyê de bandora neyînî ya pandemiyê jî heye û wiha got:" Piştî cokariya endustiryel dest pê kir jin bûn wekî paleyan. Îro bi çavên 'mal' li xurekan tên nêrîn û tên jehrîkirin. Em niha ferq dikin ku xurek çiqasî ji bo me girîng in. Em çi dixwin em dibêjin em ew e. Cihê hilberîna ekolojîk li piyasayê tune ye loma divê em torên xwe yên alternatîf bihonin.  Ji ber jin ji qada cotkariyê hatin dûrxistin loma jî bandoreke neyînî li ser vê qadê hat kirin. Ji bo qada cotkariyê baş bibe divê jin vegerin rolên xwe yên berê."   'Di her pariyê ku em diavêjin devê xwe kedek heye'   Berînê bi lêv kir ku berhemên li bazaran bi erzanî tên firotin berhemên karê erzan e û wiha dewam kir."Ji ber hewaya qirêj û xurekên ne baş pirsgirêkên tenduristiyê rû didin. Yanî xurekên erzan berhemên karê erzan e. Di her pariyê ku em diavêjin devê xwe kedek heye. Dema em di vê ferqiyê de bin ew ê bikaribe gelek tişt bên guhertin.    'Avakirina kooperatîfên herêmî girîng in'   Berînê da zanîn ku divê qada kooperatîfên jinan berfireh bibin û wiha got:"Dan û sitendina me bi kooperatîfa karê hevîr dikir pêş ket. Berê arvanê xwe yê ji toximê herêmî girt û piştre toxim bi xwe çandin. Piştre her ku çû pêş ket. Avakirina kooperatîfên herêmî girîng in. Heta jin li karê xwe xwedî dernekeve kar nameşe."   'Bila jin wêrek bin'   Berîna ku ev 20 sal in hilberîna ekolojîk dike herî dawî wiha got:"Bila jin ji baxçeyên xwe dest pê bikin. Bila berê xurekên xwe bi xwe pêde bikin. Bila jin wêrek bin. Her der beton e lê belê bexdenûsa di guldankê de tê çandin jî bi qîmet e. Mirov tecrubeya çandiyê bi dest bixe ew gelekî baş e."