'Em ê li hember siyaseta qirkirinê her dem têbikoşin' 2020-10-16 09:03:31   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Siyasetmedarên jin ên herêma Efrînê bal kişandin ser qirkirina siyasî ku ji aliyê hikûmeta AKP û MHP'ê ve tê meşandin û wiha gotin: "Dewletên desthilatdar ji bo ku berjewendiyên xwe bi cih bînin qirkirinên siyasî, civakî û çandî pêk tînin. Di sedsala 21'an de jî qirkirina siyasî ji aliyê dewletên hegomonîk ve derdikeve pêş."    Dewletên hegomanîk ji bo parastina pergalên xwe her cureyên qirkirinê li ser civakan didin meşandin. Qirkirina siyasî yek ji pilan û pergalên dewletên desthiladaran e. Hikumeta AKP û MHP'ê qirkirina siyasî li ser Gelê Kurd bi taybet li ser jinê dide meşandin. Her wiha bi dûrxistina jinê ya ji qada siyasî, hedefgirtina siyasetmedaran û binçavkirina siyasetmedaran qirkirina siyasî pêk tînin. Di derbarê mijarê de siyasetmedarên jin ên Herêma Efrînê nirxandin kirin.   'Desthilatdar dixwazin dengê siyasetê ya rast qut bike'   Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo siyaseta ku îro li Rojhilata Navîn tê meşandin wiha nirxand: "Hêzên hegemonîk bi polîtîkayek qirêj li herêmên Rojhilata Navîn bi cih dibin, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe hemû tiştî dike. Dewletên desthilatdar ji bo ku berjewendiyên xwe bi cih bînin qirkirinên siyasî, civakî û çandî pêk tînin. Di sedsala 21'an de jî qirkirina siyasî ji aliyê dewletên hegomonîk ve derdikeve pêş. Bi taybet ew qirkirin li Kurdistanê û li ser Gelê Kurd pêk tê. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran siyasetmedar hatin binçavkirin, her wiha ji wan bi hezaran jî li girtîgehan ji bo banga azadiyê û wekheviyê kirine, hatine dîlgirtin. Siyasetmedarên ku rastiya desthilatdaran derdixîne holê û parastina mafê gelan dike yekser rastî astengiyan tên. Her wiha dewletên hegemon wiha kirine ku naxwazin jin cihê xwe di siyasetê de bigirin, loma di her êrîşan de yekem jinan armanc digirin. Ji ber desthiltdar jî baş dizanin ên ku çareseriyê pêk bîne û wekheviyê ava bike jin e. Herî dawî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hevrîn Xelef û Zehra Berkel hatin hedefgirtin, ev yek jî tê wateya ku dixwazin dengê siyasî qir bikin."   'Desthilatdar siyasetê li ser bingeha xetimandin û fetisandinê bi kar tînin'   Ji Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê, Şêrîn Hesen jî wiha got: "Di roja me ya îro de desthilatdar siyasetê li ser bingeha xetimandin û fetisandinê bi kar tînin. Pergala ku hatiye rûniştandin her jin ji siyasetê mehrûm kiriye. Di şexsê jinê de xwestin siyaseta qirkirin, tunekirin û talanîyê li ser civakê bimeşînin. Hikûmeta AKP'ê bi serkêşiya Erdogan qirkirina siyasî li ser gelê azadîxwaz dide meşandin. Li Bakurê Kurdistanê bi hezaran jinên siyasetmedar derketin pêş û bi dengê gel cihê xwe di parlamentoyê de girtin, lê mixabin ew kesên ku bi dengê gel hatine hilbijartin bi rojane rastî binçavkirin û girtinê tên û karê wan ên siyasî tên astengkirin. Hikûmeta AKP'ê û MHP'ê li ser bingeha qetilkirin û qirkirinê pergala xwe didin avakirin. Li Bakurê Kurdistanê ruxmê ewqas astengî û qirkirin heye, lê siyasetmedarên me herdem ji bo rastiyê û ji bo mafê gel têdikoşin. Siyasetmedarên me ji bo xizmeta gel kar dikin û ji bo jiyanek demokratîk ava bikin her di nava kar de ne. Em ê li hember van siyasetên qirkirinê her dem têbikoşin."