'Zîlan Ereb sembol û pêşenga jinên ereb e' 2020-10-15 17:09:06   HESEKÊ - Meclisa Jinê ya PYD'ê pakrewan Zîlan Ereb ku di berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû,  bi bîr anîn.   Îro salvegera yekemîn a Endama Rêveberiya Akademiya Siyasî ya Deomkratîk a PYD'ê Emel Silêman (Zîlan Ereb) e. Zîlan Ereb di dema dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî herêma Serêkaniyê kir, tevlî berxwedana Rûmetê bû û gihaşt asta şehadetê. Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk bi merasîmekê têkoşer Zîlan li Goristana Şehîd Dijwar û Medya  bi bîr anîn.   Piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo cangoriyê azadiyê merasîma bîranînê dest pê kir. Paşê Rêveberiya Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Zozan Dêrik pakrewanên berxwedana Rûmetê bi bîr anî û teqez kir ku  Zîlan Ereb sembola jinên azad ên ereb e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Şehîd Zîlan ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe ji hovîtiya dewleta tirk a dagirker tevlî berxwedana rûmetê bû. Şehîd zîlan xwedî îrade û israrek mezin bû, di tevlîbûna wê de zihniyeta civakê li pêşiya berxwedan û israrkirina wê nebû kelem û rêka azadiyê hilbijart."   Dayika  Zîlan Ereb da zanîn ku bi şehadeta keça xwe serbilind e û got: "Zîlan ji bo avakirina jiyanek azad û wekhev şehîd bû, serê me ji ber wê ser bilind e."   Paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê  Şûkriya Mihemed bal kişand ser berxwedana jinan a di hundirê şoreşa Rojava de û wiha pê de çû: "Li hember hemû cureyên şidet, êrîş û dagikreriyê jin ji her pêkhateyekê di şoreşa Rojava de bû nimûneya jina azad. Îro Zîlan bi têkoşîn û berxwedana xwe bû sembol û pêşenga  jinên ereb. Îro hemû pêkhateyên ereb îrade û hêza xwe ji şehîd Zîlan girtin."   Paşê wêneya Şehîd Zîlan ji aliyê Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) radestî malbata Şehîd Zîlan Ereb hate kirin.   Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.