Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA: Em serî natewînin 2020-10-15 16:39:57   EDENE / MERSÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA'yê bertek nîşanî astengkirina axaftina Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê Bedriye Kûş a li meclisa şaredariyê da û gotin: "Ev êriş li hemberî paradigmaya me ya civakî, azadiya jinê û ekolojîk pêk hatiye."    Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê, duh civîna meclîsa xwe ya meha cotmehê pêk anî. Di civînê de li ser santrala nukleerê axaftin hatin kirin. Di civînê de Endama Meclisa Şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedriye Kûş jî mafê axaftinê girt û axaftina wê ji aliyê endamên meclisê yên AKP-MHP’î ve hat astengkirin. AKP-MHP’î bi ser Bedriyê de meşiyan û xwestin wê derp bikin.    Meclisa jinan a HDP’ê ya Mersîn û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê astengkirina Bedriye de li Rêxistina HDP’ê ya Mersînê daxuyaniyek dan û bertek nîşanî AKP-MHP’iyan dan. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Mersînê Gulbahar Şofer axivî û diyar kir ku armanca êrîşa li hemberî Bedriyeyê têkoşîn û destkeftiyên jinan e û wiha got: “Ev êrîş polîtîk û bîrdozî ye. Ev êriş li hemberî paradigmaya me ya civakî, azadiya jinê û ekolojîk ku bilind dibe pêk hatiye.”    Li Edeneyê jî bi heman armancî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya di vir de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê Saniye Seçgîn axivî û bertek nîşanî astengkirina Bedriyeyê da û ev tişt got: “Em ev koma zilaman nas dikin. Em xwe diparêzin. Em serî natewînin.”