Xebatên lêgerînê yên ji bo Gulîstan Dokû dîsa dest pê kir 2020-10-15 16:38:49       DÊRSIM - Xebatên lêgerînê yên ji bo Gulîstan Dokû ya ku ji 5'ê Çileyê de nexwiyaye îro dîsa dest pê kir.    Ji 5'ê Çileyê ve heta niha ev 284 roj in agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû nayê girtin. Xebatên lêgerînê yên li Bendava Uzunçayirê herî dawî di 6'ê Tîrmehê de hatibû sekinandin. Lê li ser berteka malbatê dîsa hatibû destpêkirin. Tevî ku hemû delîl Zaînal Abarokov nîşan dide lê tu biryara girtinê ji bo wî nehat dayin.    Xebatên lêgerînê dîsa hat destpêkirin   Walîtiya Dêrsimê ragihand ku li Bendava Uzunçayirê cara 3'yemîn dest bi lêgerîna ji bo Gulîstan Dokû hatiye kirin.