Şêniyên Reqayê ji bo Hevrîn Xelef meşiyan 2020-10-15 15:45:21   REQA - Ji bo bîranîna salvegera yekemîn a  sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi sedan şêniyên bajarê Reqayê bi dirûşma “Tunekirina dagirkeriyê têkoşîna ji bo aştiyê” daketin qadan.   Li ser bangewaziya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê, endamên meclisên herêmî, endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyên Reqayê meşiyan.   Xwepêşendanan li qada Itfaiyê ya li bajêr kom bûn. Wêneyên Hevrîn Xelef, têkoşer Ferhad Remedan, alên Partiya Pêşeroja Sûriyê û pankartên “Na ji dagirkeriya tirk re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê”, “Em dagirkeriyê tune bikin û şoreşê biparêzin” û “Bi vîna jinên azad em ê dagirkeriyê tune bikin” hildan.   Meş li ber Parka Şehîd Hevrîn Xelef rawestiya û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Rîm El-Musa li ser navê partiyê şaxê Reqayê daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sekretera giştî ya partiyê Hevrîn Xelef di encama kemîna çeteyan de û plana dewleta tirk de hate şehîdxistin û hezkiriyên partiyê û şêniyên Reqayê vê kiryarê şermezar dikin. Di berdewama daxuyaniyê de helwestên rêxistinên mirovî û hiqûqî ya li hemberî doza Hevrîn Xelef hate şermezarkirin û banga darizandina sûcdaran hate kirin.   Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeya pirreng, demokratîk û nanavendî hate dayîn.   Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.