Kampanya 'Em xwe diparêzin' bi çalakiyan berdewam dike 2020-10-15 15:00:58   MÊRDÎN - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de li navçeya Artukliyê bi jinan re hat gel hev.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanaya “Em xwe diparêzin” de li taxa îstasyonê ya girêdayî navçeya Artukiya Mêrdînê bi jinan re hat gel hev. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parlementer Ebru Gunay beşdarî bernameya hevdîtinê bun.   Jinên taxa Îstasyonê di malekî de li hev civiyan û di derbarê kampanyayê de nîqaş hatin kirin.   Parlementer Ebru Gunay di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Li herêmê êrişên taybet ên polîtîk li ser jinan tên meşandin. Buyerên herî dawî li Mêrdîn û Êlihê rûdan me hemûyan jî dîtin. Em armanca wan ji van pêkanînan baş dizanin. Dixwazin zîhniyeta xwe ya qirêj empozeyî civaka me bikin.  Lê em ê destûrê nedin van pêkanînan. Li hemberî van polîtîkayan em ê hemû şiyar bin. Divê bi taybet jin di ferqa van polîtîkayan de bin û parastina xwe bike.”