‘Bi azadiya Rêber Apo re jiyana azad û bi rûmet mîsoger dibe’ 2020-10-15 11:30:30   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Kantona Şehbayê yên ku tevlî hemleya komkirina îmzeya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûne, derbarê hemleyê de nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Rêber Apo hêviya tevahî jinan e. Ji bo şikandina tecrîda girankirî her tim em ê di nava têkoşîne de bin. Bi azadiya Rêber Apo re jiyana azad û bi rûmet mîsoger dibe."    Ev 21 sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevhî mirovahiyê di zîndana Îmraliyê de têdikoşe.  Têkildarî dewamiya têkoşîna jinan a ji bo rizgariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Meclîsa Jina Azad a kantona Şehbayê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Cotmeha 2020'an de dest bi hemleya îmzeyan kirin. Derbarê hemleya komkirina îmzeyan  de jinên ku beşdarî hemleyê bûne nêrîna xwe bi me re parve kirin.   'Em ê her dem têbikoşin'   Ji Rêveberiya Meclîsa Jina Azad a navçeyê Ehrezê li Kantona Şehbayê Sebah El- Nasêr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya jinên herêmê ya li dijî tecrîda girankirî û wiha got: "Rêber Apo yê ku ji bo cîhaneke azad û wekhev têdikoşe, ev 21 sal in di zindana dewleta tirk de dîl hatiye girtin. Bi dîlgirtina Rêber Apo re mirovahî jî dîl hate girtin. Her wiha ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo em weke jinên Kantona Şehbayê û tevahî pêkhateyên wê me hemleya komkirina îmzeyan di 8'ê cotmeha 2020'an de dest pê kir. Ji bo rizgarkirina Rêber Apo em ê her dem di nava têkoşînê de bin."   'Hemleya komkirina îmzeyan li tevahî Şehbayê belav bû'     Di dewamiya axaftina xwe de Sebahê bal kişand ser girêdana jinê ya bi felsefeya azad re û wiha pê de çû: "Rêber Apo bû hêviya jinan û çavkaniya avakirina jiyaneke azad e, lewra em jin êdî vê tecrîda girankirî qebûl nakin. Ji bo ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkînin em ê her tim çalakiyên cur be cur li dar bixin. Her wiha  hemleya komkirina îmzeyan li ser navçeyên Kantona Şehbayê wek Fafîn, Kefer Neye, Ehrez û Til Rifeatê belav bû. Piştî bidawîkirina navçeyan jî dê di komînan de kesên ku îmze neavêtine dê îmzeya wan jî bê komkirin."   'Her kes berê xwe bide cihê komkirina îmzeyan'   Endama Koordînasyona Meclîsa Jina Azad a navçeyê Til Rifet kantona Şehbayê Riweyde Ibrahîm anî ziman ku tenê bi rizgariya Abdullah Ocalan jiyanek azad mîsoger dibe û ev tişt got: "Ji bo şikandina tecrîda giran ya ku li ser Rêber Apo tê meşandin, her kes berê xwe dide cihê komkirina îmzeyan. Êdî hemû pêkhateyên ku li Sûriyeyê dijîn gihaştine wê ferqê ku tenê bi rizgarkirina Rêber Apo re jiyanek azad û bi rûmet mîsoger dibe. Jiyana me bi fikir û felsefeya Rêber Apo ronî bû.  Ji bo wê jî heta ku em Rêber Apo ji zîndana Îmraliyê rizgar nekin azadî wê ji me re tune  be. Em ê her dem dengê xwe bilind bikin, rizgariya Rêber Apo daxwaz bikin û projeya netewa demokratîk li her derê belav bikin."