Li Colemêrgê 22 kes hatin binçavkirin 2020-10-15 10:19:44       COLEMÊRG - Di serdegirtinên malan ên li Colemêrg, navçe û gundên wê hatin kirin de, di nav wan de kesên hastengdar jî heyî 22 kes hatin binçavkirin.   Li taxeke girêdayî Colemêrgê û li navçeya wê Çelê li gundê Cevîzliyê duh serê sibehê bi ser gelek malan de hat girtin. Di encama serdegiritnan de Nîmet Onal, Dervîş Aydogdu, Suleyman Erol û kesekî astengdar jî di nav de bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Herwiha hat aşkerakirin ku 9 kesên hatine binçavkirin di encama serdegirtina malên xwe de li Colemêrgê hatine binçavkirin.   Di nav kesên hatine binçavkirin de gelek kesên kal û pîr û nexweş hene û ji xizmên wan ên ku diçin Emniyeta Colemêrgê re jî tu agahî nayê dayîn. Hat ragihandin ku dibe hejmara kesên hatin binçavkirin bê zêdekirin û li gundan ji ber ku şebekeya telefonê nakişîne navê kesên hatine binçavkirin nehatin tespîtkirin.   Kesên hatin binçavkirin û navê wan hat aşkerekirin ev in: Nîmet Onal, Dervîş Aydogdu, Suleyman Erol, Mîhat Karataş, Vahît Akin, Cuma Donmez û Rahmî Ozdemîr e.