'Ji bo ewlehiya jinan divê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê' 2020-10-15 09:17:42   Gulîstan Azak   STENBOL - Jinên li Stenbolê dijîn derbarê Peymana Stenbolê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Divê teqes Peymana Stenbolê bê pratîzekirin. Ji ber ku her roja ku derbas dibe şîdeta di nava malê ya li hemberî jinê zêde dibe. Em jin tê bi têkoşînekê hevpar xwedî li peymanê derkevin."    Çend li Tirkiyeyê rojeva giştî biguherin jî rojeva jinên Tirkiyeyê naguhere. Jinan bi yek dengî li hemberî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê helwesta xwe nîşan dan. Jin daxwaz dikin ku heke Tirkiye peyman îmze kiribe divê pratîze jî bike. Lê belê li şûna pratîzekirinê ji bo betalkirinê nîqaşan dike. Jin di her çalakî û bernameyên xwe de banga pratîzekirina peymanê dikin. Jinên li Stenbolê dijîn derbarê Peymana Stenbolê de nêrînên ji ajansa me re anîn ziman.    'Asta şîdetê zêde dibe'    Îrem Asitay, destnîşan kir ku divê Peymana Stenbolê bê pratîzekirin û wiha axivî: "Li vî welatî her roja ku derbas dibe şîdeta li hemberî jinê zêde dibe. Li dijî wê yekê divê polîtîkayên taybet bên amadekirin. Nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê bi tu avayî nayê qebûlkirin. Li dijî şîdeta li hemberî jinê divê teqes tedbîr bên girtin. Ez piştgiriyê didim Peymana Stenbolê. Di pratîzekirina peymanê de Meclîs berpirs e."    ‘Dibe ku tabloyeke xeternak derkeve holê'    Ayten Ataş, bal kişand ser helwesta hikûmetê û wiha nêrinê xwe anî ziman: "Ez bertek nîşanî helwesta hikûmetê didim, ji ber ku nîqaşkirina betalkirina Peymana Stenbolê nayê qebûlkirin. Heke bê betalkirin dê şîdeta li hemberî jinê zêde bibe û kuştina jinan jî dê zêde bibe. Bi polîtîkayên bêceza hiştinê jin bêtir bi kuştin û şîdetê re rûbirû dimînin. Divê li Meclîsê li hemberî kuştin û şîdeta li hemberî jinê qanûnên nû bên derxistin. Heke helwestek neyê nîşandan dê tabloyekê xeternak derkeve holê."    ‘Ji bo ewlehiya jinan divê gavek bê avêtin'    Başak Sarigul, da zanîn ku li Tirkiyeyê ewlehiya jinan nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo ewlehiya jinan divê gavek bê avêtin. Edalet tenê ne li qesrê ye. Divê jin bibin yek û bi destkeftiyên xwe xwedî Peymana Stenbolê derkevin. Em jin mirovin û mafên me yên mirovahiyê hene. Heke Peymana Stenbolê bê rakirin dê rewşa jinan bikeve xetereyê. Çi dibe bila bibe divê em jin hev dû biparêzin. Divê em dengê xwe bidin bihistandin. Divê li hemberî şîdet, tecawiz û tacizê bêdeng nebin. Tişta herî girîng jî axaftina jinê ye. Jin dê li her qadê bê navber biaxifin."    'Êdî hizûra jinan ne maye'    Dîlay Uras, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên jinan û got: "Jin li dijî nîqaşên betalkirina Peymana Stenbolê daketin qadan. Her roj jin li mal û kolanan tên kuştin. Sedema kuştina jinan diyar in. Em dikarin li dijî vê ferasetê derkevin. Li vî welatî êdî hizûra jinan ne maye. Bi betalkirina Peymana Stenbolê dixwazin jin bên kuştin. Lê em tu carî wê nêzîkatiyê qebûl nakin."