Jinên Şirnexê: Bi şewatê dixwazin herêmê bê zindî bihêlin 2020-10-15 09:08:45   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Jinên Şirnexê, diyar kirin ku şewata ku li herêmê pêk hatî texrîbatekî mezin da xwezayê û gotin: "Dixwazin bi şewatê herêmê bê mirov û bê zindî bihêlin. Lê divê bê zanîn ku em tu carî dev jî axa xwe bernadin."   Nêzî 3 meh in li Cûdî û Gabarê daristan dişewitin. Çend bertek û çalakiyên şeniyên derdorê dîsa ji bo mudaxalekirinê tiştek nehat kirin. Qadekî mezin ên daristanê şewitî. Bi şewatê re jî şêniyên li vir dijîn jî bi bandor dibin. Êdî nikarin sewalkarî û çandiniyê bikin û ev tişt jî tesîrê ser aboriyê dike. Her wiha bi şewatê re gelek zindiyên li daristanê jî şewitin. Jinên li Şirnexê dijîn derbarê şewatên daristanan de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin.    ‘Şewat bandorê aboriyê jî dike'   Taybet Sîdar (45) li bajarokê Gundikê Melî ya Şirnexê dijî, diyar kir ku bêtir debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin û got: "Ji ber şewatên ku îsal derketin em gelekî bi bandor bûn. Qadek mezin ên daristanê şewitin. Bi taybetî jî darên me yên kizwan jî şewitin. Em debara jiyana xwe bi darên kizwanan dikin. Di şewatê de ne tenê dar hemû nebat û ajalên ku daristanê dijîn şewitin. Niha li herêmê tiştek nemaye."    ‘Em dev jî axa xwe bernadin'    Taybet, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet dixwaze bi şewatê hemû deverê texrîp bikin. Gelo daristan çi zirarê dide ku tên şewitandin. Her wiha li gelek deveran kamera hatine danîn û daristan tê şopandin. Armanc ne parastin armanc texrîpkirina xwezayê ye. Dixwazin hemû zindiyên li herêmê ji holê rakin. Lê divê bê zanîn ku em dev jî axa xwe bernadin."    ‘Dixwazin herêmê bê mirov bihêlin'   Zeynep Yildiz (20) a ji bajarokê Gundikê Melî dijî, destnîşan kir ku axa ji kal û pîrên wan mane hemû hatine şewitandin û ev rewş gelek xirab e. Zeynep, di axaftina xwe de şewatên ku li herême pêk tên şermezar kir û got: "Zarokatiya me li vir derbas bû. Lê niha hemû cih hatine şewidandin. Em gelek xemgînin ku cih û warê me tên şewidandin. Ji bo çi daristanên me dişewitînin? Dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Şewatên ku derdikevin bandorê li aboriyê dikin. Bi taybetî jî darên kizwan û baxên tiriyan tê şewitandin."   ‘Bila destên xwe ji axa me bikişînin'    Ayşe Îşlek ji herêma Çiyayê Namazê ya Şirnexê ye diyar kir ku çiya, daristan, bax û baxce tên şewitandin û wiha bi lêv kir: "Ji ber van şewat û qedexeyan em nikarin biçin li ser axa xwe. Gelek darên me ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin. Çi dibe bila bibe, çi dikin bila bikin em ê dev ji axa xwe bernedin. Çiyayên Cudî û Gabar ji bo me girîng e. Em vê nêzîkatiya dewletê qebûl nakin. Bila destên xwe ji axa me bikişînin. Çi ji me dixwazin.”