Çalakiyên însiyatîfa 'Dayikên Gerîla' dewam dikin 2020-10-14 13:09:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Inîsiyatîfa dayikan ya bi navê “Dayikên Gerîla” bi armanca şermezarkirina êrîş û kiryarên ku li ser Herêmên Rojavayê Kurdistanê tên kirin çalakiyên xwe dewam dikin. Her wiha çalakiyên wan ên li dijî tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, berdewam dike.      Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê dayikan insiyatîfa bi navê “Dayikên Gerîla” ava kiribûn. Dayik her çarşem çalakiyên xwe li bajarên cuda yên herêmê li dar dixin. Li bajarê Qamişloyê Insiyatîfa Dayikên Gerîla di hefteya xwe ya çaremîn de ye û li bajarê Hesekê jî di hefteya xwe ya yekem de ye.    Çalakiya Dayikên Gerîla li Qamişloyê dewam kir   Çalakiya “Dayikên Gerîla” di hefteya çaremîn de dewam dike. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de tecrîda  girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Çalakiya “Dayikên Gerîla” li bajarê Qamişloyê di hefteya xwe ya çaremîn de didome. Dayikan di vê hefteyê de tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşndin û komploya navneteweyî ya ku di derheqê wî de hat plankirin, şermezar kirin. Daxuyanî li Parka Avesta ya bajarê Qamişloyê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Xaliya Necar ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   “Îro li dijî gelê azadîxwaz êrîşên giran tên kirin. Êrîşên ku tên kirin ji tecrîda girankirî û komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin ne dûr in. Em ê weke dayik xeta azadî û rastiya netewa demokratîk biparêzin. Weke hereketa jinê em ê têkoşîna xwe mezin bikin û dengê xwe bigihînin hemû dewletên navneteweyî. Pêwist e rêxistinên mafê mirovan û CPT bi erkê xwe rabin. Heta ku em rêberê xwe azad nekin, wê tu carî têkoşîna me bi dawî nebe.”   Daxuyanî bi dirûşma ”Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.    Çalakiyên însiyatîfa Dayikên Gerîla li Hesekê jî dewam kir   Dayikên inîsiyatîfa “Dayikên Gerîla” ên Bajarê Hesekê di hefteya yekem de dest bi çalakiya xwe kirin. Dayikan siyaseta şaş a  PDK’ê ya li dijî kurdan şermezar kirin.   Dayikên inîsiyatîfa “Dayikên Gerîla” ên Bajarê Hesekê di hefteya yekem de dest bi çalakiya xwe kirin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa “Em li pişta zarokê xwe ne” hatin hildan. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dijwar ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan  Mizgîn Hesen ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   “Em li ser navê inîsiyatîfa “Dayikên Gerîla” li hember siyasetên şaş û polîtîkayên derveyî mirovahiyê helwestên xwe nîşan didin. Siyasetên şaş yên PDK’ê di nava kurdan de tevlîheviyê dide avakirin û nahêle ku sînorên di navbera wan de bên rakirin. Kurdistan yek perçe ye û kurd netewek in. Hûn nikarin erdê Kurdistanê perçe bikin û hûn nikarin me ji zarokên me qut bikin. Canê me jî di ber de biçe, em dest ji erdê xwe bernadin. Ji bo ku sînorên di navbera kurdan de bên rakirin têkoşîn pêwist e. Li dijî zîhniyeta dagirker û parçekirinê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em bêrûmetiyê li ser xwe qebûl nakin û heta ku em dayik hebin wê serkeftin para me be.     Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedan, şehîd namirin ‘bi dawî bû.