‘Êrîşên li ser herêmên me tên kirin berdewamiya tecrîdê ye’ 2020-10-14 09:16:12       Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Komîteya Aborîyê ya Kongreya Star Xaliya Necar têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin nêrîna xwe anî ziman û wiha got: ”Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin sûcekî mirovî ye û pêwist e bi dawî bibe, ji bo azadiya Rêber Apo em ê her têbikoşin.”   Ev 22 sal in ku tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta trik ve tê meşandi. Ev çend sal in ku hevdîtinên malbat û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serdanên wan nayên qebûlkirin.  Di dema dawiyê de jî dewleta tirk dîsa hevdîtin qebûl  nekir û rewşa tecrîdê zêdetir giran kir. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Komîteya Aborîyê ya Kongreya Star Xaliya Necar nêrîna xwe anî ziman û bi me re parve kir.   ‘Tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye’   Xaliya Necar tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û ev tişt got: ”Ev demek e dirêje ku tecrîdeke  giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Destên hemû dewletên navneteweyî di nava pergala girankirina tecrîda li ser Rêber Apo heye. Tecrîda  ku li ser Rêberê me tê kirin berdewamiya komploya navneteweyî ye ku heta roja me ya îro jî berdewam dike. Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin sûcekî mirovahiyê ye û pêwist e bi dawî bibe.”   ‘Êrîşên li ser herêmên me tên kirin berdewamiya tecrîdê ye’   Xaliya teqez kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyayê berdewamkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir:”Êrîşên ku îro li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û bi taybet li ser Gelê Kurd, ev jî berdewamiya tecrîd û komployê ye.  Dewleta tirk li hember hemû cîhanê bi rengekî eşkere dibêje 'kurd e li kîjan derê bijî, ez ê wî tune bikim'. Tecrîda ku li ser Rêberê me tê kirin, tecrîda li ser hemû gelan e.”    ‘Tu kesî mîna Rêber Apo mafê jinê neparast’   Xaliya bal kişand ser kar û xebatên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jinê daye meşandin û wiha pê de çû: ”Rêber Apo ji bo azadiya gelê bindest û bi taybet azadiya jinê di nava kar û xebatê de ye. Ji ber ku jin ji mafê xwe qut bû, Rêber Apo ev yek qebûl nekir û xwest ku maf û hebûna jinê di nava hemû cîhanê de bê mayindekirin. Tu kesî mîna Rêber Apo bi fikir, felsefeya netewa demokratîk û wekheviya di nava civakê de mafê jinê neparast. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim di nava kar û xebatê de bin heta ku em rêberê xwe azad bikin.”   ‘Em ê li derdora azadiya Rêber Apo bibin xelek’   Xaliya bang li jinan kir ku xwedî li azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbikevin û wiha bi dawî kir: ”Em wek rêxistinên jinê li hemberî tecrîd, êrîş û tundiyê di nava çalakiyan de bin.  Em wek jin tu carî van kiryaran qebûl nekin. Em ê ji bo azadiya Rêberê Apo û tevahî jinan têbikoşin.”